Diyarbakır Sanat Merkezi
NÎŞANDANA ZARÊ LI AMEDÊ
27-28 Reşemî 2011
Fîlm:
Zarê (1926)

Derhêner:
Hamo Beknazarian

Cî:
Sînemaya Ewropa

Bi organîzasyona Navenda Hunerê a Amedê û hevkarîya !fistanbul, Arşîva Netewî a Ermenistanê û Anadolu Kültürê 27-28 Reşemîya 2011’an, li Amedê fîlmê Zarê ê sala 1926’an hatiye kişandin ku yek ji fîlmên bêdeng ên sereke û girîng ên dîroka sînemaya Ermenistanê ye û wekî fîlmê ku Kurd cara yekê tê de hatine temsîlkirin e, li Avrupa Sineması a Amedê hat pêşandan. Piştî pêşkêşîya Derhênerê Festîvala Fîlmên Kurdan a Londonê Mustafa Gündoğdu ku bernameya Fîlmên Kurdan a !fistanbul amade kiriye, Fîlmê Zarê bi muzîka zindî a arpjen Tara Caf re hat nîşandan. Fîlmê Zarê li Amedê bi jêrnivîsa Tirkî û Kurdî ku Kawa Nemir wergerandibû; bi du zimanan hat nîşandan. Filmê ku mijara wî evîndarîyeke trajîk a sala 1915’an li gundekî Êzdîyan hatiye jîyîn e û bi derhênerîya yek ji sazkarên sînemaya Ermenistanê Hamo Beknazarian ve hatiye kişandin, gelekî bal kişand ser xwe. Tevî merivên ji Mêrdîn û Êlihê jî hatibûn, nêzîkî 300 kesên ku di nava wan de, wêjevan, hunermend û nûnerên civaka sîvîl hebûn li fîlmê Zarê temaşe kirin.