SIBEROJÊN GENGAZ: GENGEŞÎYÊN ROJANE YÊN DI BIWARÊN HUNER, ÇAND Û SÎYASETÊ DE
12 Mijdar - 17 Berfanbar 2021
Destpêk: ‘Bobelat, Tirs, Hêvî: Ji Dîstopyayê Heta Bi Utopyayê Siberojên Gengaz’
Di vê axaftinê de, Evren Balta û Tanıl Boa, di ser hin pirsan re ku çarçoveya giştî ya bernameyê aşkere dikir, gengeşîyeke têr û tije kir: “Îro ro, di nav krîzeke avanîyî re ku çapa wê fireh e û gefê li hemû mirovahîyê dixwe. Siberoja ku em pê re rû bi rû ne; ew siberoj e ku jêderk tune dibin, şer û pevçûn dibin qewamên asayî, nifş û celeb winda dibin û bobelatên sirûştî, bi awayê ku di dîrokê de neqewimîye, roj bi roj zêdetir dibin. Em bi krîzeke wisa re rû bi rû ne ku demokrasî wekî vegotina hevkarîyê ji hêza xwe ketiye, şîyana nûnerîyê ya sazîyan maşîyaye, newekhevîyên di nav sînoran û derveyî sînoran de zêdetir bûye û nefret û berberîyên civakî mezintir bûye. Gelo, li dinyayeke wisa, em dikarin bi çi awayî hêza aşopkirina xwe ya rewiştî bi pêş ve bibin da ku em karibin sawa ji ber kirinê û afirînên mirovan çêbûyî têbigihîjin? Hîsên wekî bobelat, tirs û hêvî ku nîşaneyên vê demê ne, bi çi didebirin û hevbirînên bi çi rengî çêdikin? Em dikarin bi çi rengî siberoja (siberojên) gengaz ji nav dema nihayê bihonin? Ger dîstopya û bobelat di roja îro de be, gelo siberoj dikare bibe qada hêvîyê?”
Axaftvan: Evren Balta, Tanıl Bora
Axaftvan: Evren Balta, Tanıl Bora
Heqîqet: Dîrok, Kirde, Edalet
Di vê semînerê de, Ferda Keskin, yek ji têgiha gengeşîkirinê ya felsefeyê, ji heqîqetê da ser rê û li şûna feraseta heqîqeta gerdûnî û edaleteke gerdûnî ku beranberî wê ye û li şûna çarçoveyeke giştî ku ji kirdeyeke gerdûnî pêk tê, derfetên çarçoveyeke têgihî ya li ser hîma dîrokîbûna heqîqet, edalet û kirdeyê gengeşî kir. Di vê deqbendê de, veguherîna ku di demên şikestekxwarina dîrokî de li feraseta heqîqetê diqewime, hevpêwendîya feraseta heqîqetê û hewcetîya bo edaletê heyî, avabûna dîrokî ya kirdeya modern û kêlîyên wekî pirsyarkirina aqilê modern û rasyonalîteyê, di ronîya pêşveçûnên sîyasî yên piştî şerê dinyayê yê duyem rûdayî de hat gengeşîkirin. Di semînerê de, li ser rastîya ku dinya bi krîzên pirhêlî re rû bi rû ye, hevpêwendîya lêgerîna heqîqetê ya bi daxwazên edalet û wekhevîyê re heyî, bi mînakan hatin nirxandin û bal pê hat dayîn, huner di kêlîyên cur bi cur de, bi çi rengî van pirsan zêdetir dike û pê re jî behsa çavdêrîyên piştî heqîqetê hat kirin.
Axaftvan: Ferda Keskin
Axaftvan: Ferda Keskin
Antroposen: Têgih, Şayîş, Derfet
Ev semînera ku Sibel Yardımcıyê bi rê ve dibir, ji sê beşan pêk dihat. Beşa yekem, di çarçoveya têgiha antroposenê û rexneyên ku li vê têgihê tên girtin, teşe girt; di vê deqbendê de, li ser sînordarîya ramîna duhêlî ya wekî navend-mirovî an/an jî mirov-xwezayî hat sekinandin. Di beşa duyem de jî, kurteyên komên têgihan yên ji hev cuda û ranêzikîyên lêkolînê hat kirin û li ser derfetên van têgih û ranêzikîyan hat sekinandin ku di vê deqbendê de navê Donna Haraway ve Anna Tsingê bi pêş de tê û wan bi demê re ev komên têgihan bi pêş ve bir. Di beşa dawîyê de jî, şayîşa ekolojîk, şîna ekolojîk û edaleta ekolojîk hat gengeşîkirin. Her wiha, ji bo rûxîn û newekhevîyên ku rewşa em tê de dibe bingeha wan û wan (ji nû ve) hildiberîne, bal hat kişandin û di heman demê de jî, derfeta “mayîna digel belayê” (Haraway), “Jîyîna di kavilên kapîtalîzmê de” (Tsing) hat pirsyarkirin.
Axaftvan: Sibel Yardımcı
Axaftvan: Sibel Yardımcı
Jinûvefikirîna Navend-Mirovîyê Ya Bi Fîlman Re: Rasthatinên Bi Ajalan Re, Awayên Dîtir Yên Dîtinê
Di vê semînerê de, Özlem Güçlü, li ser mijarên wekî ajalên di fîlman de û nimandina pêwendîya ajal û mirovan, sazkirina qada fîlmî ya bi tercîhên teşeyî û vegotinî û li ser xeyalkirina ji wêdetirî vehilberandinê, awartebûna mirovbûnê û tiştê ku mirovî ye, hûr bû. Semîner, ji fikra; “fetloneka paş-mirov” ya ku zanistên civakî û mirovî di nav re dibihurin, îmaja ramanê ji kûrahîya wê ve vediguherîne dest pê kir û bi referansên ku xebatên fîlman di “fetloneka ajalan” de baldarî û têgihên ji hev cuda hildiberîne, pê de çû. Li ser mînakên cuda hat sekinandin ku rejîma nimandinê ya normatîf ya navend-mirov ya ku dor li rasthatinên me yên bi ajalên fîlman re girtine, dikin arîşe, xwe lê radikişînin ku awayên dîtinê yên dîtir û hê bi edalet û pozîsyonên temaşevanan hilberînin, lê dikolin, dadihînin û derfetên ku ev mînak çêdikin hatin gengeşîkirin. Bi vî awayî bal hat kişandin ku “honaka serwer” (Rancière) ya navend-mirov ku bi hemû dongîyên xwe yên xerab, xwe wekî “heqîqeta” ajalan datîne rastê, hem di vehilberandinê de hem jî di berevajîkirinê de, potansîyeleke fîlman heye û sînema ne tenê bi şêweyên dîtinê her wiha bi şêweyên jîyînê ve jî pihêt girêdayî ye (Pick).
Axaftvan: Özlem Güçlü
Axaftvan: Özlem Güçlü
Pêwendîya Huner û Sîyasetê Ya Li Dinyayê û Li Tirkîyeyê: Ji Sala 1945’an û Heta Îro Veguherînên Hîmî
Di vê beşa semîneran de, Erden Kosova, ji şûnên hunerî yên li ser nexşeya sîyasî ya piştî şerê dinyayê yê duyan çêkirî, da ser rê û li ser karaktera polîtîk ya bizavên têgihparêz û neo-avangard sekinî ku piştî salên 60’î çêbûn. Piştî ku li ser mijarên wekî; veresîna vegotina hunerî ya bi serwerîya Rojavayê ku piştî salên 90’î da der, mekanîbûna pratîkên hunerî, zêdetirbûna hevkartêkîyên nav dîsîplînî, pênasekirina “hunera rojane” ya wekî biwareke cuda, meyla nemaddîbûnê ya di hunerê de ku berê xwe dide berpêyî “fetlonekên perwerdehîyî û akademîkî”, hat sekinandin û gelemşeyên ku digel xurtbûna dînamîkên sazîbûn-bazirganîbûnê çêbûn, hat nirxandin. Piştre, ji bo pirsa, gelo heman pêdeçûna kronolojîk di çarçoveya Tirkîyeyê de dirûvekî çawa daye xwe, lêgerîneke peydekirina bersivê hat kirin û vê beşa semîneran bi gengeşîyên ku bi beşdaran re hat kirin, bi dawî bû.
Axaftvan: Erdem Kosova
Axaftvan: Erdem Kosova
Dawîlêanîn: “Siberoj Hema A niha: Nihêrîna Li Siberojên Gengaz Ya Bi Rêya Utopyayên Şênber
Di vê axaftinê de, Bengi Akbulut û Zeynep Kadirbeyoğlu, bi hin raman û pirsan re ku lêpirsînê bo pêşqebûlên pêşnûmaya tarî ya siberojên gengaz dikin, gengeşîyek kirin ku hêza xeyalkirinê li kar dixe: “Di nav krîzên îroyîn yên di zik hev de, ya herî xiniz belkî jî ya herî bi talûke, topavêtina xeyalkirina (siyasî) ye. Di demekê de ku vegotinên em der barê pevrejîyînê de dizanin û sazîyên em bi wan dizanin, bi kêr nayên, rewşa ku nayê zanîn ka em ê karibin çi têxin şûna van sazî û vegotinan, kişwera tirsê û ya bobelatê, ya ku em tê de ne, tewqtewqî dike. Loma jî, krîzên îroyîn, bi vê rewşa ku dikare dîroka muxalîf û ezmûneyan nexuyayî bike, xwedî dibe. Heke qada hêvîyê, a rast a niha û li vê derê ava dibe, gelo em dikarin ji ya heyî bidin ser rê û li ser asoya sîyaseta hêvîyê bifikirin? Gelo divê rêya gengeşîkirina dibetîyên ku xeyalkirin û pratîkên heyî çêdikin û siberojên bergehvekirî ku honaka wan dikin, çawa be? Gelo em dikarin ji roja îroyîn lê binêrin û hêza xeyalkirinê ya kollektîf ya der barê siberojên gengaz de pîj bikin?
Axaftvan: Bengi Akbulut, Zeynep Kadirbeyoğlu
Axaftvan: Bengi Akbulut, Zeynep Kadirbeyoğlu