Diyarbakır Sanat Merkezi
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ YÊN SÊYAN
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ YÊN SÊYAN
25 Rezber - 31 Kewçêr 2020
Youtube: Wêjegeh Amed

“Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên Sêyan” ku bi hevkarîya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunera ya Amedê tê lidarxistin, her du yên pêşî, di salên 2013 û 2018’an de çêbûn û ya sêyem jî di mehên Îlon-Cotmeha 2020’î de hat lidarxistin. Wêjegeh Amed ku ji alî Weşanê Lîsê ve di Sibata 2019’an de hat avakirin, di sala 2020’de di nav hevkarên sazker de cî girt. Bernameya ku li ser kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê hat parvekirin, di serdemeke wisa de li dar ket ku li her derê dinyayê pandemî hebû û gelek çetin bû mirov pêşîya xwe bibîne. Bernameya Rojên Wêjeyê, ji gelek axaftin, gengeşî û gotûbêjan pêk hat ku ji pencereya wêjeyê li borîrojê difikirîn û diketin meraqa siberojê.
Temaya ku navê xwe da çalakîya destpêkirinê, wekî “Wêje û Siberoja Pêjnkar” hat dîyarkirin ji bo ku em bi hêza wêjeyê nêzikatîyekê bikin li ya dike ku em bi fikirîna bi hev re bala xwe bidin taswasên hevpar û wan hîs bikin. Ranêzikîyên li wêjeyê yên bi mijar û têgihên wekî berawirdên ku li ser wêjekarên hoste tên kirin, gotûbêjên ku bi zimanên kêm tên nimandin, rexneyên wêjeyî yên li ser zayenda civakî, eko honak, eko rexne û weşangerî û dîjîtalbûn, beşeke zêde ya naverokê pêk dianî. Di kargeha bi navê “Kargeha Nivîsa Afirîner ya Bajarê ku Tê Xeyalkirin” de ku di çarçoveya Rojên Wêjeyê de havînê çêbû, çîrokek derket pêş û di kargeha bi navê Fîlm-Helbest de jî vîdeoyên kurt hatin hilberandin ku naveroka bernameyê zengîntir kirin û kargeh lê difikire ku çar helbestên kurdî yên hevdem bike fîlm. Di axaftina dawîlêanînê de, mêvanê rûmetê yê Bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên Sêyan, Bavê Nazê, li ser wêjeya xwe ya ku daye dû rastînî û heqîqetê axivî û bername bi dawî bû.

Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê Yên Sêyan Pirtûkçe

Destpêkirin
Gotûbêj Wêje
25 Rezber 2020
Destpêkirin
Axaftvan: Abdulla Peşêw, Gündüz Vassaf
Wêje û Siberoja Pêjnkar
Gotûbêj Wêje
25 Rezber 2020
Wêje û Siberoja Pêjnkar
Axaftvan: Gaye Boralıoğlu, Burhan Sönmez, Lal Laleş
Dinyaya Wêjeyî ya Bavê Nazê: Rastînî û Wêdetirê Wê
Gotûbêj Wêje
26 Rezber 2020
Dinyaya Wêjeyî ya Bavê Nazê: Rastînî û Wêdetirê Wê
Axaftvan: Îsmaîl Sulêman Hacanî, Arif Hîto, Şivan Qasim Nêrweyî, Îbrahîm Xort
Rêwîtîya Pirtûkê
Gotûbêj Wêje
30 Rezber 2020
Rêwîtîya Pirtûkê
Axaftvan: Cem Erciyes, Yekta Kopan
Asoyeke Ji Borîrojê: Zabel Yesayan
Gotûbêj Wêje
2 Kewçêr 2020
Asoyeke Ji Borîrojê: Zabel Yesayan
Axaftvan: Nora Tataryan, Hazal Halavut, Alâra Kuset
Lavayîyên Ewrane
Gotûbêj Wêje
7 Kewçêr 2020
Lavayîyên Ewrane
Axaftvan: Ehmed Huseynî
Tirûşa Wêjeyê: Yên Bêmilk û Dinyaya Çelexwarî
Gotûbêj Wêje
9 Kewçêr 2020
Tirûşa Wêjeyê: Yên Bêmilk û Dinyaya Çelexwarî
Axaftvan: Zeynep Demirsü, Levent Mollamustafaoğlu
Rengvedan: Xwendinên Deqên Ji Wêjeya Dinyayê
Gotûbêj Wêje
14 Kewçêr 2020
Rengvedan: Xwendinên Deqên Ji Wêjeya Dinyayê
Axaftvan: Behçet Çelik, Semih Gümüş
Li Ser Sînorê Wêjeya Ewropayê
Gotûbêj Wêje
16 Kewçêr 2020
Li Ser Sînorê Wêjeya Ewropayê
Axaftvan: Clare Azzopardi, Julia Fiedorczuk, Niall Griffiths, Alexandra Büchler, Övgü Gökçe Yaşa
Birîna Zimên: Nayzanînên Lazkî
Gotûbêj Wêje
21 Kewçêr 2020
Birîna Zimên: Nayzanînên Lazkî
Axaftvan: İsmail Avcı Bucaklişi
Rikna Biharê: Cegerxwîn û Nazım Hikmet
Gotûbêj Wêje
23 Kewçêr 2020
Rikna Biharê: Cegerxwîn û Nazım Hikmet
Axaftvan: Hayri K. Yetik, Cîhan Roj
Dengê Jinan: Nimandinên ji Edebîyata Kurdî
Gotûbêj Wêje
28 Kewçêr 2020
Dengê Jinan: Nimandinên ji Edebîyata Kurdî
Axaftvan: Özlem Belçim Galip, Farangis Ghaderi, Arazo Arif
Şika Wêjeyê: Tundî, Keser û Şîn Ya Di Eko-Honakê De
Gotûbêj Wêje
30 Kewçêr 2020
Şika Wêjeyê: Tundî, Keser û Şîn Ya Di Eko-Honakê De
Axaftvan: Sema Kaygusuz, Deniz Gündoğan İbrişim
Axaftina Dawîlêanînê
Gotûbêj Wêje
31 Kewçêr 2020
Axaftina Dawîlêanînê
Axaftvan: Bavê Nazê
Rêwîtî bo Warê Çîrçîrokê
Gotûbêj Wêje
31 Kewçêr 2020
Rêwîtî bo Warê Çîrçîrokê
Axaftvan: Ruşen Yakut
Kargeha Fîlm-Helbest
Kargeh Wêje
Tîrmeh-Rezber, 2020
Kargeha Fîlm-Helbest
Rêvebir: Lal Laleş, Övgü Gökçe Yaşa Katılımcılar: Aylin Kızıl, Fatma Çelik, Özkan Küçük, Salih Demir
Kargeha Nivîsa Afirîner: Bajarê Ku Tê Xeyalkirin
Kargeh Wêje
Tîrmeh-Rezber, 2020
Kargeha Nivîsa Afirîner: Bajarê Ku Tê Xeyalkirin
Rêvebir: Pelin Buzluk