Diyarbakır Sanat Merkezi
QAŞO PORTREYA HUNERMEND
5 Rêbendan - 6 Reşemî 2008
Kurator:
Şener Özmen

Hunermend:
Cengiz Tekin

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 5’Rêbendanê-6’ê Reşemîya 2008’an de mazûvanîya pêşangeha hunera rojane a Cengiz Tekinê ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne a bi navê ‘Qaşo Portreya Hunermend’ kir. Cengîz Tekîn ji bilî xebatên fotografkêşîyê di warê vîdeo û performansê de jî berheman hildiberîne û di xebatên xwe de li ser rewşa gîyan û bedenê a piştî travmayê hûr dibe û bi nêzîkbûneke rexneyî dîmenan, sêwirînan û îronîyan saz dike. Di xebatên wî de ku referansên mîzahî û pratîkên jîyana “Netomarkirî” û hunerê tîne ba hev, dîmenên ku meriv kare bibêje absurd û dûrî rastîyê ne derdikevin holê. Piştî destpêkirina pêşangeha ‘Qaşo Portreya Hunermend’ ku ji xebatên fotografkêşîyê ên Tekin pêk hatibû, bi Cengiz Tekin û kurator Şener Özmen re li ser pêşangehê gotûbêjek jî hat lidarxistin.