Diyarbakır Sanat Merkezi
LI AMEDÊ BI CIVAKA SÎVÎL RE MAFÊN MERIVAN Û SÎNEMA
16 Rezber - 26 Berfanbar 2012
Cî: Xana Qazancîyan, Sînemaya Bêrîkê a Sumerparkê, Jûra Yılmaz Guney a Sumerparkê, Sînemaya Ewropa, Yekîtîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkîyeyê - TMMOB, Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê

Projeya ‘Li Amedê Bi Civaka Sîvîl Re Mafên Merivan û Sînema’ ku Navenda Hunerê a Amedê di navbera Rezber-Berfanbara 2012’an de dimeşand, bi armanca li Amedê têkarîya hêla çandî a xebatên civaka sîvîl bike û kes û sazîyên ku di qada çand û hunerê de xebatên xwe dikin bîne ba hev, hat amadekirin. Bernameya ku ji pêşandana fîlmên tematîk û nîqaşên li ser maseya gilover pêk hatibû û bi hevkarîya sazîyên civaka sîvîl ên li Amedê xwe dimeşînin hat birêvebirin, wekî pêvajoyeke ku têkilîya ragihandinê di navbera xebatkarên sazîyên civaka sîvîl û hunerhezan de çê bike, hat plankirin. Çarçoveya çalakîyên ku bi navberdayîna bi qasî du hefteyan du caran û her carê rojên înîyê û şemîyê fîlm hatin pêşandan û ji nîqaşên li ser maseya gilover pêk dihat, bi armanca alîyên mîna hev ên rojeva nîqaşên di qada mafê merivan ên li Amedê de û ên li derên cuda ên li cîhanê bidin ber hev û têkilîya di navbera wan de derxe holê, hat danîn. Bername, roja 16’ê Rezbera 2012’an li Xana Qazancîyan bi pêşandana belgefîlmê bi navê Serpêhatîyên Berxwedanê dest pê bû. Di 20-21’ê Rezbera 2012’an de bi tevkarîya ÇAÇA (Komeleya Bi Zarokan Re Di Bin Heman Banî De) û Weqfa Koçberbûnê li ser Mafên Zarokan; 6-7’ê Kewçêra 2012’an bi hevkarîya Eğitim-Sena Amedê û Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajêr YG-21’ê li ser Perwerde û Ciwanan; 12-13’ê Kewçêra 2012’an jî bi rojeva LGBT û Jin xebat hatin meşandin. 7-8’ê Berfanbara 2012’an bi hevkarîya Weqfa Mafên Merivan a Tirkîyeyê (TİHV) û Komeleya Sarmaşıkê bi sernavê Mafên Merivan û Dada Civakî bernameyê berdewam kir û 26’ê Berfanbara 2012’an bi çalakîya ku li ser mijarên Bajarbûnî û Veguherîna Bajêr bû, bi dawî bû. Projeya ‘Li Amedê Bi Civaka Sîvîl Re Mafên Merivan û Sînema’ bi piştgirîya Weqfa Civaka Vekirî hat lidarxistin.

Li Amedê Bi Civaka Sîvîl Re Mafên Merivan Û Sînema – Pirtûkçe

Pêşandana Destpêkê: Serpêhatîyên Berxwedanê
Projeya ‘Li Amedê Bi Civaka Sîvîl Re Mafên Merivan û Sînema’ 16’ê Rezbera 2012’an piştî axaftina destpêkê a li Xana Qazancîyan, bi belgefîlmê Ralf Christensen ê bi navê Serpêhatîyên Berxwedanê ku ji serpêhatîyên berxwedana sîvîl ên ji parzemînên cuda pêk hatibû, dest pê kir. Serpêhatîyên Berxwedanê ku ji serpêhatîyên serîhildanên sîvîl ên biçûk lê alternatîf ên çar parzemînên cuda pêk hatibû. Di naveroka fîlm de ev serpêhatî hebûn: Li Danîmarkayê; çalakvanên bi bisiklêt ên Kombûna Avhewaya Gerdûnî COP 15 dorpêç kiribûn, li Bolîvyayê; çalakvanên grafîtîvan ên jin ku daxwaza mafên xwe ên makezagonî dikirin, li Nepalê; pêşandanên şanoyê ên li qadan ku stembaran ala serîhildanê lê rakiribû, li Misirê; muzîsyenên ku berî bûyerên Qada Tahrîrê bi çend hefteyen gava stranên sîyasî digotin, ew û polîs hatin rûberî hev. Ev belgefîlm, piştî pêşandana li !f İstanbul Mihricana Navnetewî a Fîlmên Serbixwe, li Tirkîyeyê cara duduyan li Amedê hat pêşandan.
Mafên Zarokan
Bername di 20-21’ê Rezbera 2012’an de bi tevkarîya ÇAÇA (Komeleya Bi Zarokan Re Di Bin Heman Banî De) û Weqfa Koçberbûnê bi sernavê Mafên Zarokan domîya û 21’ê Rezberê li Sümerparkê li Hêwana Yılmaz Güney fîlmê Barak & Tomer Heymann ê bi navê Pira Li Ser Gelî hat pêşandan. Belgefîlmê ku sala 2006’an li Îsraîlê hatiye çêkirin, bahsa dibistaneke gundekî ku cara yekemîn Cihû û Ereban bi hev re ava kirine dike û pêvajoya perwerdeya duzimanî a bi qasî sed zarokên xwedî nasnameyên cuda û bi hev re diçin dibistanekê, ji gelek hêlên cuda ve raberî temaşevanan dike. Di roja duduyan a bernameya tematîk a bi sernavê Mafên Zarokan de jî li Sümerparkê li Hêwana Yılmaz Güney bijareya kurtefîlmên di derbarê zarokan de hat nîşandan. Di vê çarçoveyê de, rêzekurtefîlmê bi navê “Mafên Zarokan” ê ku bi hevkarîya Rêxistina Efûya Navnetewî, IKON û HUMAN’ê hatibû amadekirin, rêzekurtefîlmên ku berhemên “Projeya Televîzyona Mafdar” a Rêxistina Efûya Navnetewî Liqa Tirkîyeyê bi zarokan re amade kiribû û kurtevîdeoya Erdem Acar a bi navê Welatê Min ku wî ji ber xebatên zarokan kişandibû, hatin nîşandan. Piştî nîşandana fîlman bi tevlêbûna temaşevanan û xebatkarên sazîyên civaka sîvîl li dora maseya gilover nîqaşa bi navê “Di Qada Pevçûnan De Zarokbûn û Nêzîkbûnên Alternatîf” hat kirin. Piştî nîqaşa li dora maseya gilover ku Azize Leygara (ÇAÇA), Emin Sarıkaya (Weqfa Koçberbûnê) û ji sazîya civaka sîvîl Al-Jana a ku li Bêrûdê bi lêhûrbûna veguherîna seqaya pevçûnan xebatên bîrê dimeşîne, Moa’taz Dajani tev lê bûbû, bi temaşevanan re forûmek hat lidarxistin.
Ciwan û Perwerde
Bernameya ji du rojan pêk dihat, 6’ê Kewçêra 2012’an li Sînemaya Bêrîkê a Sümerparkê bi nîşandana fîlmê Can Candan ê bi navê 3 Saet (belgefîlmekî li ser Ezmûna Bêjingkirina Xwendekaran) hat despêkirin. Belgefîlmê 3 Saet ji 2 milyon kesên ku sala 2006’an dê têketana Ezmûna Bêjingkirina Xwendekaran, bahsa 6 xwendekaran dike û navê xwe jî ji dema vê ezmûna 180 deqeyî girtiye. 3 Saet xwestiye travmaya ezmûnan a ciwan di nav de ne derxe pêş û di ser karakterên cuda re balê bikişîne ser ceribîna ezmûnê a ku bi girseyî tê jîyîn. Roja duduyan li Salona Şanîdanê a Eğitim-Senê fîlmê Laurent Cantet ê bi navê Pol (Entre les Murs) hat pêşandan. Di fîlmê Pol de François û hevalên wî li dîbîstaneke navîn a li rexekî Parîsê mamoste ne û fîlm bahsa tekoşîna li dijî pevçûn û tevlihevîyên di polekê de dike ku zarokên di vê polê de bi piranî zarokên koçberan in û nirxên wan ên çandî dûrî hev in. Piştî şanîdana fîlm bi tevlêbûna temaşevanan û xebatkarên sazîyên civaka sîvîl li dora maseya gilover nîqaşa bi navê “Xebatên Ciwanan, Perwerde û Rêxistinîbûn” hat kirin. Ji Eğitim-Sena Amedê Hakan Korelli, ji Meclîsa Ciwanan a Konseya Bajêr a Yerel Günndem 21 Hamdusena İlkbuhar û ji Yekînekoma Lêkolîna Perwerdeya Civaka Sîvîl a Zanîngega Bilgi a Stenbolê Devin Bahçeci wekî axêver tevî nîqaşê bûn.
Jin û LGBT
Bername 12’ê Kewçêra 2012’an li Sînemaya Bêrîka a Sümerparkê bi nîşandana fîlmê Dahna Abourahme ê bi navê Keyatîya Jinan dest pê bû. Sala 1982’yan Îsraîl Lubnanê dagir dike, kampa penaberan a Ein El Hilwehê ji holê radike û mêrên di kampê de dîl digire, fîlm bahsa serpêhatîyên jinên ku bermayîyên vê kampê ne û pêvajoya berxwedana wan a ji bo zîndîmanê dike. Di roja duduyan a bernameyê de li Sînemaya Bêrîkê a Sümerparkê fîlmê Ulrike Böhnisch ê bi navê Çürük (Bêkêr) hat nîşandan. Di rêziknameya Hêzên Çekdar ên Tirk de nêremêbûn wekî ‘bêpergalîya psîkoseksuel’ tê binavkirin û bi kesên nêremê leşkerî nayê kirin. Fîlm bahsa pêvajoya bi tengezarî a geyên li Tirkîyeyê ên ku naxwazin leşkerîyê bikin û dixwazin ‘rapora bêkêrîyê’ a bi navê ‘tezkereya helesor’ tê zanîn bistînin, dike. Piştî nîşandana fîlm bi tevlêbûna temaşevanan û xebatkarên sazîyên civaka sîvîl li dora maseya gilover nîqaşa bi navê “Ji Cerebeyan Ber Bi Çalakîyê ve ‘Belaya Zayendê’” hat sazkirin. Derhênera KuirFest Bilge Taş û Berfu Şeker wekî axêver tevî nîqaşa ku tê de pêvajoyên ceribîn, çalakî û temsîl ên di qada jinan û LGBT’yan de hatin nîqaşkirin, bûn.
Mafên Merivan û Dada Civakî
Bername, 7’ê Berfanbara 2012’an roja înê li Sînemaya Avrupayê bi nîşandana fîlmê Patricio Guzman ê bi navê Bêrîkirina Ronîyê dest pê bû. Fîlmê ku li tevayîya cîhanê wekî yek ji belgefîlmên herî bibandor ê van salên dawîn tê dîtin, li çolistana cîhanê a herî ziwa, li Şîlîyê li Atacamaya ku bilindayîya wê bi qasî sê hezar metreyî, bi asîmannansên ku bi hêvîya dîtina nîşaneke biçûk a jîyanê li asîmanan dinêrîn re, bal dikişand ser serpêhatîyên paralel ên kesên ku di bin erdê de li xizmên xwe ên di bin desthilatdarîya Pinochet de hatibûn wendakirin, digerîyan. Di roja duduyan a bernameyê de jî, li Sînemaya Bêrîkê a Sümerparkê fîlmê yek ji derhênerên cîhanê ê herî mezin Fernando E. Solanas ê bi navê Qirkirina Civakî: Bîranînên Talanê hat nîşandan. Piştî nîşandana fîlman bi tevlêbûna temaşevanan û xebatkarên sazîyên civaka sîvîl li dora maseya gilover nîqaşa bi navê “Xizanî, Tunebûn û Travmaya Civakî a Berdewam” hat sazkirin. Nîqaşa ku ji TİHV’ê Metin Bakkalcı û ji Komeleya Sarmaşıkê M.Şerif Camcı wekî axêver tev lê bûn, tê de li ser mijarên travmaya ku encama xizanî û tunebûnê ye û nêzîkbûnên li ser bingeha dada civakî û jiholêrakirina vê travmayê, nîqaş hatin kirin.
Bajarbûnî û Veguherîna Bajêr
Bername, 26’ê Berfanbara 2012’an li Hêwana Civînê a Odeya Mîmaran bi nîşandana fîlmê İmre Azem ê bi navê Ekumenopolîs: Bajarê Bêdawî dest pê bû. Fîlm, nîşan dida ku pergala bi navê “veguherîna bajêr” a ku taxên sedsale kaf û kun dike, merivan bê mal dihêle û Stenbolê dixe rewşeke bînçikandî, çawa hêdî hêdî tê danîn û sersedem û encamên ku dibe ku bibe radixist ber çavan pê re jî bi anîmasyon, grafîk û muzîkên resen piştgirîya nêrîneke li bajêr a bi pîvanên makroyî dikir. Piştî nîşandana fîlm bi tevlêbûna temaşevanan û xebatkarên sazîyên civaka sîvîl li dora maseya gilover nîqaşa bi navê “Bajarbûnî û Veguherîna Bajêr” hat sazkirin. Di Nîqaşê ku ji Odeya Avayîsazan a Stenbolê Mücella Yapıcı û Serokê Daîreya Avanî û Bajarvanîyê a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Murat Alökmen wekî axêver tev lê bûbûn de li ser modelên veguherîna bajaran û pêvajoya veguherîna bajêr a li Amedê niqaş hatin kirin.