Diyarbakır Sanat Merkezi
LÊKOLÎNÊN LI SER WÊJEYA ZAROKAN
24-25 Reşemî 2007
Rêvebir:
Nilay Yılmaz

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê di navbera 24-25’ê Reşemîya 2007’an de, malovanîya atolyeya ‘Lêkolînên Li Ser Wêjeya Zarokan’ ku rêvebira wê ji peywirdarên perwerdeyîyê ên Beşa Zimanê Tirkî a Zanîngeha Bilgiyê û xwedîya xebatên akademîk ên li ser wêjeya zarokan Nilay Yılmaz bû, kir. Di atolyeyê de, piştî lêhûrbûna li ser nêzîkbûnên teorîk ên li ser pirtûkên zarokan, hem li ser rêyên xwegihandina berhemên bi kalîte û krîterên bijartina pirtûkên ji bo zarokan gotûbêj hat kirin, hem jî li ser hilberîna pirtûkên ji bo zarokan ên bi kalîte nîqaş hat kirin. Hêmanên bingehîn ên pirtûkên ji bo zarokan, bandorlihevkirina pirtûkan û zarokan, di gihandina zarokan de cîyê guhdarîkirina çîrokan, bijartina pirtûkan a li gorî temenê zarokan û çalakîyên xwendin û nivîsandin ên afirîner mijarên gotûbêjê bûn. Çalakîya ku xebatkarên sazîyên sîvîl, mamoste, nivîskar û xwendekarên bi wêjeya zarokan re radibin tev lê bûbûn, bi danûstendinên berhemdar du rojan domîya.