Pêşangeha karîkaturan ya bi navê Ji Wê Ji Vê ya Semîh Poroy yê ku karîkaturên wî yên pêşîn di sala 1975’an de di kovara Akbaba de hat weşandin di navbera 27’ê Berfanbara 2002’yan û 16’ê Rêbendana 2003’yan de li Navenda Hunerê ya Amedê hat pêşandan. Di pêşangeha ku ezmûngarîya Poroy ya li ser karîkaturîya çapemenîyê ya bi hilberînên cuda re hat pêşkêşkirin de, li gel nîgar, perçeyên xêzeromanê û portreyan, hin mînakên ji rêzeya karîkaturên bandî ya bi navê Harbî jî cî girt. Di gotûbêja ku piştî vekirina pêşangehê hat li darxistin de Semîh Poroy bahsa kar û xebatên xwe kir û pirsên guhdaran bersivand. Di wergirîya vekirina pêşangeha Ji Wê Ji Vê de di 27 û 28’ê Berfanbara 2002’yan de kargeha karîkaturan jî hat saz kirin. Di kargeha ku Selîm Poroy rêvebirîya wê kir de bi beşdarên ku bi cûreyên cuda yên vegotina dîtbarî re eleqedar dibin re di warê xêzkirinê de li ser nêzîkatîyên cur bi cur hat xebitîn.