Projeya ‘Home not Home’ ku Wezareta Çandî a Swêdê jî piştgirîya wê dike û hevkarî û dan û standina çandî a di navbera Tirkîyeyê û Swêdê kiriye armanc û ji bo tevkarîya Sala Dîyaloga Di Nava Çandan De a YE hatiye amadekirin, bi rêzeçalakîyên ku bi hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê hatin lidarxin, gihaşt Amedê jî. Di çarçoveya projeyê de, bi hevkarîya sazîyên Intercult, Riksutställningar û Riksteatern ku navemndên wan li Swêdê ne û çalakîyên navnetewî li dar dixe, ji bo zarokan, jinan û ciwanan çend cure çalakî hatin lidarxistin. Atolyeya şanoyê bi rêveberîya derhêner Dritëro Kasapiyê ku ji Riksteaternê ye hat lidarxistin. Atolyeya muzîkê jî ku bi tevlêbûna xwendekarên Konservatûvara Dewleta a Zanîngeha Dîcleyê hatibû lidarxistin, ji alîyê Hakan Vreskalayê ku xebatên xwe li Swêdê dimeşîne, hat rêvebirin. Çalakîya sêyemîn jî pêşandana yekemîn a xebata vîdeoyê ku hunermenda vîdeoyê Selda Asal û muzîsyen Serdar Ateşer bi komek ciwanên 15-20 salî ku li Amedê dijîn re amade kiribû, bû. Xebata bi navê Dinyayê, Dengê Min Bibihîze, berhema atolyeya muzîkê a deh rojan ku Selda Asal bi ciwanan re li dar xistibû, ye. Di demajoya atolyeyê de ciwanan bi nivîsandina gotinên stranan bîr û boçûnên xwe ên derbarê şeran, mirinan, xizanîyê û xeyalên xwe ên pêşerojê de anîn ziman. Vîdeoya strana ku muzîsyen Serdar Ateşer bi van gotinên stranan amade kiribû cara pêşî di 16’ê Berfanbara 2008’an de hat şanîdan. Wekî din di çarçoveya projeyê de fîlmê Selda Asal ê bi navê Vesazkirina Hêvîyê: Li Min Binêre! (Restore Hope: See Me!) hat şanîdan. Piştî şanîdana vî fîlmê ku bi çavên jinan bahsa tundîya li dijî jinên ji Rojhilata Navîn ku li Swêdê dijîn, dike, gotûbêjeke bi navê ‘Tundîya Li Dijî Jinan’ hat lidarxistin.
5-15 Sermawez 2008
Kargeha Vîdeoya Muzîkê
Rêvebir: Selda Asal, Serdar Ateşer
15-16 Berfanbar 2008
Kargeha Şanoyê
Rêvebir: Dritero Kasapi, Elmira Arikan, Dennis Önder
16-18 Berfanbar 2008
Hê Dinya Dengê Min Bibe Xwe!
Sêwiran: Selda Asal, Serdar Ateşer
16 Berfanbar 2008
Tundîya Li Ser Jinan
Axaftvan: Selda Asal, Vildan Ayçiçek, Meral Danış Beştaş, Sudan Güven, Zehra Bıçak, Özlem Özen
Diyarbakır Sanat Merkezi © 2023 / Tüm hakları saklıdır