Diyarbakır Sanat Merkezi
HÊZA ZIMÊN
5-21 Berfanbar 2003
Kurator:
Ali Akay

Hunermend:
Abdo, Tuval / Melih Apa, Video / Fikret Atay, Video / Sibel Balcı, Tuval / Osman Bi̇ngöl, Video / Elif Çelebi, Video / Volkan Demi̇r, Video / Leyla Gedi̇z, Tuval / Berat Işık, Fotoğraf / Cüneyt Kurt, Video / Seher Kurt, Video / Ahmet Öğüt, Harf Yerleştirme / Erkan Özgen, Fotoğraf /Ferhat Özgür, Fotoğraf /Serkan Özkaya, Performans / Şener Özmen, Fotoğraf / Seza Paker, Video / Cengiz Teki̇n, Fotoğraf

Axaftvan:
Muzaffer Tire, Ali Akay

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê, Birca Keçikê - Derîyê Mêrdînê

Di pêşangeha Hêza Zimên a ku bi kuratorîya Alî Akay hat vekirin de, ji hunermendên ji Amed, Îstanbol, Enqere, Edene û Hetayê vîdeo, fotograf û xebatên bicîkirinê hatin pêşandan. Pêşangeh, li Derîyê Mêrdîn, li Birca Bizinê ku yek ji girîngtirîn mekanên Amedê ye, di navbera 5 û 21’ê Berfanbara 2003’an de ji bo serdanê hat vekirin. Pêşangeha ku li ser hêza zîmên a di hunerên dîtbarî de ye disekine, hêza zîmên a hunera hemdem a ku deng û liva performatîf jî li dîmenê bar dike, bi pergaleke ku cûreyên wek fotograf, pentur, vîdeo û enstalasyon tê de tên rex hev, ji temaşevanan re hat pêşkêşkirin. Her xebat bi aweyê ku tûşî hev werin hatin bicîkirin. Bi tevlihevbûna hevbandin û dilşoşîyan re, hat armanckirin ku tenêtîya berheman ji holê rake û wan bînin cem hev. Di rojên pêş yên pêşangehê de, bi beşdarbûna kurator Alî Akay û Muzaffer Tîre gotûbêjek jî hat li darxistin û li ser berhem, têgih û peywendîyên ku di pêşangehê de cî digrin nîqaşên curbicur hatin kirin.