Diyarbakır Sanat Merkezi
GUWAHÎYÊN PAŞEROJA WINDABÛYÎ A MALBATEKE ERMENÎ: JI OBJEKTÎFA BIRAYÊN DILDILIAN
19 Avrêl - 2 Pûşper 2014
Daneheva Arşîv û Dîroka Malbatê: Armen T. Marsoobian / Kurator: Kirkor Sahakoğlu & Anna Turay / Sêwirana Pêşanê: Kirkor Sahakoğlu / Tekstên Pêşanê: Anna Turay / Wergêr: Barış Yıldırım, Aslı Çetinkaya, Erden Kosova / Deşîfre: Urszula Wozniak, Aslı Çetinkaya / Honaka Vîdeoyan: Sercan Tekin / Cî: Dêra Surp Gregos a Ermenîyan

Pêşangeha Guwahîyên Paşeroja Windabûyî a Malbateke Ermenî: Ji Objektîfa Birayên Dildilian (1872-1923) li ser mijara serpêhatîyên malbata Dildilian ku wê demê li Sêwaz, Merzifon û Samsunê bi fotografkêşîya debara jîyana xwe dikrin hatiye ristin, di navbera 19’ê Avrêlê-2’yê Pûşpera 2014’an de bi malovanîya Navenda Hunerê a Amedê li Amedê li Dêra Sûrp Gîragos a Ermenîyan hat pêşandan. Pêşangeha ku di Avrêl-Pûşpera 2013’an pê de li Stenbol DEPO’yê, di navbera Kewçêr-Berfanbara 2013’an de Taşhana Merzifon hatibû pêşandan, 20’ê Avrêla 2014’an li Amedê li Dêra Sûrp Gîragos a Ermenîyan pîştî dêlindêza paskalyayê hat vekirin. Dildiananan ji alîyekî de bi objektîfên xwe guwahîya serdemeke tarî a di serê sedsala 20. de li Anatolîyayê hatiye jiyîn kiriye û ji aliyên ve ev serpêhatî kit bit nivîsandine. Pêşangeha ku van serpêhatîyên Dildiananan ên di navbera 1872-1923’yan vediguhêzîne, li ser pêvajoyeke bi êş ku tê de Ermenî ji axa xwe yî ku 2500 sal bûn lê dijîyan bi kotekî hatin tunekirin, hatiye ristin. Bi van fotografan destkeftîyên Ermenîyên Anatolîyayê ên di warê perwerde, çand û bazirganiyê de dihatin nîşandan û nîşan dida ku bi rastî Anatolîyayê çi, çawa winda kiriye. Serpêhatîya Dildiananan, ji bîranînên sê endamên malbatê hatiye berhevkirin: Sazkarê Karê Fotografkêşîyê Tsolag (1872 Yozgat – 1935 Atîna), Aram (1883 Sêwaz – 1963 San Francisco) ku demekê bi birayê xwe re ev kar kiriye û Maritsa Médaksian(1901 Merzifon – 1987 Epinay-sur-Seine) a ku birazêya Tsolag û Aram e û serpêhatîyên dêya wan Haïganouch (Hayganuş) Der Haroutiounian veguhastine. Nevîyê Tsolag; Prof. Armen Tsolag Marsoobian têra gelek cildan bîranîn û nameyên bi Ermenkî û Îngilîzî ku birayên Dildilianan bi destnivîsa nivîsandine, dengê endamên malbatên ên tomarkirî û bê hejmar fotograf anîn ba hev û koleksîyoneke bi wate çê kir. Prof. Armen Marsoobian, di heyama vê xebatê de tevî gelek çavkanîyên dîrokî bîranînên xebatkarên perwerdeyîyê ên Koleja Anadoluyê û ên mîsyoneran jî xwendin û valayîyên di bîranînan de dagirt. Nevîyê Haïganouchê; Haig Der Haroutiounian tevkarîyeke girîng bi bî xebatê re kir.

Anna Turay nivîsên pêşangeha ku bi hevkarîya Anadolu Kültür û Armen T. Marsoobian hatiye amadekirin, ji nû ve nivîsand û Kirkor Sahakoğlu sêwirandina pêşangehê kir. Lingê Amedê ê pêşangehê bi organîzasyona Navenda Hunerê a Amedê û hevkarîya Weqfa Dêra Ermenîyan a Sûrp Gîragosê hat lidarxistin.