Diyarbakır Sanat Merkezi
EDALETA HELBESTÎ (8. GULDESTEYÊN BÎENALA ÎSTANBOL)
25 Rezber - 26 Kewçêr 2003
Kurator:
Dan Cameron

Hunermend:
Michael Riley, Filipa Cesar, Stephen Dean, Esra Ersen, Shahram Karimi, Jun Nguyen-Hatsushiba, Araya Rasdjarmrearnsook, Seifollah Samadian, Milica Tomic

Axaftvan:
Tony Feher, Dan Cameron

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Ji berhemên ku bi wergirîya 8. Bîenala Îstanbol a Navneteweyî ya ku çerçoveya wê ya hunerî li dora têgiha edaletê teşe digre, hatine pêşandan, guldesteyek hat tomarkirin û wek pêşangehekê di navbera 25’ê Îlonê û 26’ê Cotmeha 2003’an de li Navenda Hunerê ya Amedê derket pêşberî serdêran. Piştî vekirina pêşangeha ku ji xebatên vîdeoyî yên hunermendên wek Micheal Rile, Filip Cesar, Esra Eren pêk hat û vekirina wê li gel kuratorê bîenalê Dan Cameron hat kirin, mijarên edalet, pirsgirêkên global û sînorên neteweyî, bandora globalbûnê ya li ser pergala edaletê, lihevkirina hunerê û rasteqînîya jeopolîtîk ku bîenal bi xwe li ser wan hat avakirin, bi gotûbêjan hatin nîqaşkirin. Pêşangeha Bîenalê ya ku têgiha edaleta helbestî wek zemînek lêkolînê li ser pêşketinên demên dawîyê yên hunera hemdem pêşnîyaz dike, di navbera têgihên helbest û edaletê ku wekî hev nagre xuyadibin de, ji bo peywendîdanînê hewl dide ku rê li ber qadek kiryara afirîner veke. Piştî vekirina pêşangehê, di 25’ê Îlona 2003’an de, bi kuratorê pêşangehê Dan Cameron re, bi sernavê “Konsepta 8. Bîenala Îstanbol: Edaleta Helbestî” û di 26’ê Îlona 2003’an de bi hunermendê bîenalê Tony Feher re bi sernavê “Li Ser Hunera Hemdem” du gotûbêj hatin li darxistin.