Pêşangeh:
Hafriyat
Hunermend:
Murat Akagündüz, Erim Bayrı, Charlie, Antonıo Cosentino, Fulya Çetin, Manuel Çıtak, Extramücadele, Tan Cemal Genç, Arzu Filiz Güngör, Hakan Gürsoytrak, Caner Karavit, Ceren Oykut, İrfan Önürmen, Eyüp Öz, Mustafa Pancar, Neriman Polat, Can Tatlıparmak, Murat Tosyalı, Nalan Yırtmaç
Cî:
Birca Keçikê, Navenda Hunerê a Amedê
Navenda Hunerê ya Amedê, di navbera 11 û 25’ê Sermaweza 2006’an de li Derîyê Mêrdîn, li Birca Bizinê û li Navenda Hunerê ya Amedê mazûvanî li pêşangeha “Bihuşta Lokal, Neqlîyata Hemdem” ya ku ji xebatên wêne, peyker, fotograf, xêzkirin, fîlm û sererastkirinê yên Hafrîyatê pêk tên, kir. Hafrîyat ji alî komek hunermendên ku deh sal in bi hev re pêşangehan li dar dixin wek zemînek hevpar û qadek ramanê hat avakirin. Hafrîyat yên ku di jîyana rojane de her tim tên dîtîn û lewma bêqîmet bûne, yên ku bi dîkekirinê re ji çav ketine dixe bergîya xwe û wan li karên xwe zêde dike. Hunermendên Hafrîyatê dema ku ranêzikî kuçe û jêreçandê dibe, di çerçoveya têgehên wek pênaseya bajarîbûnê û jîngehîtîya hêmayê, bi nêrîna sosyolojîk karên xwe hildiberînin. Di wergerîya bernameya pêşangehê de, di 12’ê Sermaweza 2006’an de bi beşdarîya hunermendên Hafrîyatê, him li ser pêşangehê him jî li ser kar û xebatên komê gotûbêjek jî hat li darxistin.
Bihuşta Lokal, Neqlîyata Hemdem – Nameya Vexwendinê