Diyarbakır Sanat Merkezi
BIHEVREPEYIVÎN: LI TIRKÎYE Û ERMENISTANÊ VEGOTINÊN BÎRA KESANE
8-16 Rêbendan 2011
Kurator:
Önder Özengi, Taron Simonian

Cî:
Hêwana Pêşanê ya Şaredarîya Mezin ya Amedê

Pêşangeha gerok a bi navê ‘Bihevrepeyivîn: Li Tirkîye û Ermenistanê Vegotinên Bîra
Kesane’ ku ji anîna ba hev a xebatên li ser serpêhatî û vegotinên dîroka devkî a Tirkîye û Ermenistanê pêk tê di navbera 8-16’ê Rêbendana 2007’an de bi rêveberîya Navenda Hunerê a Amedê derket pêşberî temaşevanên Amedî.
Pêşangeha ku bi hevkarîya Anadolu Kültür, Navenda Xebatên Etnolojîk a Hazarashen, Yekîtîya Lîstikvanên Ermenistanê û dvv international (Enstîtuya Navnetewî a Navendên Perwerdeya Gel a Elmanî) cara pêşî li Stenbolê li Hêwana Civînê a Cezayirê hat pêşandan, di çarçoveya projeya ‘Bihevrepeyivîn’ ku piştgirîya wê ji alîyê Wezareta Karên Derve a Elmanyayê tê kirin de, hat pêşandan. Armanca projeya dîroka devkî a ‘Bihevrepeyivîn’ ku Gelawêja 2009’an hatiye destpêkirin û di sê serdemên ji hev cuda ên li pê hev de hatiye meşandin, di ser perwerdeya mezinan, danûstandinên çandan û xebatên çandî ên devkî re pirekê di navbera civakên Tirkîye û Ermenîstanê de çê bike û bi vî awayî piştgirîyê bide pêvajoya lihevkirina her du civakan. 8’ê Rêbendana 2007’an, berî vekirina pêşangeha ku li Hêwana Pêşangehan a Şaredarîya Bajarê Mezên a Amedê hatibû pêşandan, gotûbêjeke ku yek ji lêkolînerên dîroka devkî û endamê perwerdeyê ê Zanîngeha Sabancıyê Doç.Dr. Leyla Neyzi jî tev lê bû hat lidarxistin. Pêşangeha ku bi hevkuratorîya Önder Özengiyê ji Tirkîyeyê û Taron Simonyanê ji Ermenistanê hatiye sazkirin û ji nivîs, deng û vîdeoyan pêk hatiye, piştî li Stenbol û Amedê, li Antakya, Êrîvan, Gumru, İjevan û Vanadzorê hat pêşandan. Pêşangeha gerok ku di serdema xwe a sisêyan de heta Reşemîya 2013’an dewam kir, ji bo ku di qada navnetewî de jî bê pêşandan hat veguherendin. Carmen Beckenbachê ji Elmanyayê veguherandin û kuratorîya serdema nû a pêşangehê kir û pêşangeh li Gurcistanê li bajarên Tîflîsê û Batûmê, li Qibrisê li bajarê Lefkoşayê, li Elmanyayê li bajarê Berlînê û li Frensayê li bajarê Parîsê hat pêşandan.