Diyarbakır Sanat Merkezi
ADALET AGAOGLU LI AMEDÊ YE
27 Sermawez 2002
Axaftvan:
Adalet Ağaoğlu

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê, Hêwana Konferansê a Fakulteya Tipê a Zanîngeha Dîcleyê

Adalet Agaoglu ku yek ji nivîskarên herî taybet ya romannûsîya Tirkî ya sedsala 20. tê qebûl kirin, bi boneya du gotûbêjên cuda yên bi navê “Ceribandin û Wêje” û “Dem û Mekanê Romanê” ku li Hêwana Konferansê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê û Navenda Hunerê ya Amedê pêk hat, li Amedê bû. Di van çalakîyên ku ji hêla gelek kesan ve hat şopandin û temaşekirin de li ser cûreyên cuda yên wêjeyê, berawerdkirin û hêmanên romanê hatin sekinandin. Piştî gotûbêjan xwînerên Adalet Agaoglu derfet dîtin ku bi wê re hev du nas bikin û pirtûkên wê bi wê bidin destnîşankirin.