Pêşangeha fotografan Zimanê Cîhanê Futbol, bi hevkarîya Enstîtuya Goethe û ajansa fotografan Magnum Photos a ku navenda wê li Fransa’yê ye hat li darxisitin. Pêşangeh wekî ku tevkarîyek fermî li bernameya çand û hûnerê ya FIFA 2006 Şampîyonîya Cîhanê ya ku dê li Almanya’yê pêk were bike hat plankirin. Pêşangeh di navbera 28’ê Berfanbara 2005’an û 18’ê Sibata 2005’an de li Navenda Hunerê ya Amedê ji bo serdanê hat vekirin. Di vê pêşangeha ku li 80 welatî hate pêşandan de, di mijarên curbicur de fotografên bi futbolê re têkildar ên girîngtirîn hunermendên fotografan ên wek Henrî Cartîer-Bresson, Abbas, Martîn Parr, Susan Meîselas cî girtin. Pêşangeh futbolê wek efsûnek gerdûnî ku sînorên neteweyî û çandî binpê dike, bendên ol û polîtîkayê dirûxîne û zimanekî hevpar ê ku xwe ji camîyan, ji hewşan, ji kampên penaberan ber bi stadyûman ve radikişîne dide nîşandan. Di wergirîya çalakîya pêşangehê de, bi beşdarîyek zêde, bi sernavê “Futbol û Nasname” bi weşanger û nivîskar Tanil Bora re gotûbêjek hat li darxistin.