Diyarbakır Sanat Merkezi
WILLIAM SAROYAN SADSALÎ YE FRESNO-BIDLÎS-YEREVAN, KÎJAN WELAT E KÎJAN XERÎBÎ YE
7 Reşemî - 10 Adar 2009
Fotograf: Ara Güler, Bedros Zobyan, Boğos Boğosyan, Fikret Otyam / Tekst: Karin Karakaşlı, Rober Koptaş / Sêwirana Pêşanê: Mehmet Sinan Niyazioğlu / Tekstxwendin: Eraslan Sağlam / Sererastkirina Muzîkê: Ayda Erbal / Axaftvan: Rober Koptaş

Navenda Hunerê a Amedê, malovanîya pêşangeha bi navê Fresno-Bidlîs-Yerevan, Kîjan Welat e Kîjan Xerîbî ye kir. Ev pêşangeh ji bo William Saroyanê ku sedsalîya jidayikbûna wî ketiye salnameya UNESCO’yê jî, bi bîr bîne hatiye amadekirin. Pêşangeha ku di navbera 7’ê Reşemîyê-10’ê Adara 2010’an de hat pêşandan, ji anîna ba hev a fotografên ciwanîya wî a li Fresnoyê û geştên wî ên Anatolîya û Ermenistanê raber dikir û çend jêgirtîyên ji berhemên wî pêk hatibû. Ev pêşangeha ku berhema keda têgihaştina William Saroyanê ku ji bo vedîtina reh û rîçalên xwe bi rê ketiye, her dem bi rûgeşîya xwe hatiye bibîranîn û her dem alîyekî wî ê tarî û nayê têgihandin heye li ser sê şiverêyan hatibû dariştin. Cîyê ku Saroyan lê ji dayik bûye; Fresno, welatê malbata wî û cîyê di hemû jîyana xwe de pê ve girêdayî bû; Bidlîs û bi gotina wî “ji bo nêzîkî Bidlîsê be” bajarê ku wî çar caran serlêdana wî kiriye; Yerevan. Têkilîya Saroyan a bi van her sê bajaran re; aîdîyet û bêaîdîyeta xwe a di ser van her sê bajaran re çawa pênase kiriye; ev têkilî çawa bi bihûrîna demê re veguherîye, di nav pirsên ku pêşangeh li bersivên wan digerîyan de bûn.
Di bin banê pêşangehê de guvahîyên çar fotografkêşên navdar ên derbarê Saroyan de hatin pêşandan. Ara Güler, Boğos Boğosyan û Bedros Zobyan û Fikret Otyamê ku di geşta li Anotolîyayê de hevaltîya Saroyan dikirin. Ji bilî jêgirtîyên ji çend berhemên Saroyan, nivîsên “Pozika Pergerê a Westar Fresno”, “Li Bidlîsê Ez Bidûnde me” û “Utopyayeke bi navê Yerevan” ku Karin Karakaşlı û Rober Koptaş ew nivîsandibûn û jînenîgarîyeke Saroyan a kronolojîk jî li pêşangehê cîyê xwe girtin. Li hêwana pêşangehê pirtûkên Saroyan ên bi zimanên Îngilîzî, Tirkî û Ermenkî hatin pêşan û muzîkên ku Ayda Erbal ew amade kiribûn, guhdar û temaşevan ber bi cîhana gîyanî a Saroyan ve birin. Di pêşangeha ji alîyê hunermendê grafîkê Mehmet Sînan Niyazioğlu ve hatibû amadekirin de her wiha li Komedîya Merivayîyê a Saroyan ku bi dengê hunermendê şanoyê û bernameçêkerê radyoyê Mehmet Sinan Niyazioğlu, hat guhdarîkirin. Di çarçoveya pêşangehê de piştî destpêkirinê gotûbêja bi navê “Sê Warên Saroyan” ku Rober Koptaş wekî axêver beşdar bûbû hat sazkirin.