Diyarbakır Sanat Merkezi
TRAGEDYA, XWEZAYA MIROV, ETÎK
15,16 Sermawez 2002
Axaftvan:
Ferda Keskin, Kaan Atalay

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê ya Amedê, di 15 û 16’ê Sermaweza 2002’an de gotûbêjên bi navên Tragedya, Xwezaya Mirov, Etîk eziband. Akademîsyen Ferda Keskîn û Kaan Atalay ku her yek ji wan li ser felsefeya civakî û polîtîk dixebitin wek axaftvan beşdarî van çalakîyan bûn. Di van gotûbêjan de bi serenavên “Tragedya û Xwezaya Mirov” û “Xwezaya Mirov û Etîk” du rojan, lêkolîn li ser pirsên bê xwezaya mirov li Yewnana Antîk çawa hatiye pênasekirin û têkilîya vê yekê bi têgiha etîkê re çi ye hat kirin. Di van çalakîyan de têkilîya xwezaya mirov û îradeya azad a bi biryar û tercîhên ferdî ya di şertên çêbûnê û jiyanê de teşe digre, bi nêzî 200 guhdaran re hat nîqaşkirin.