Diyarbakır Sanat Merkezi
SIFIR
19 Sermawez - 8 Berfanbar 2004
Hunermend:
Erdağ Aksel

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Berhemên peykertiraş Erdağ Aksel ên bi teknîkên cuda ji metalan afirandiye ku li Bîenala Venedîkê a 45. jî hatibû pêşandan, di navbera 19’ê Sermawez-8’ê Berfanbara 2004’an de li Navenda Hunerê a Amedê berpêşî hunerhezên Amedî bû. Berhemên Aksel, bi rehendên xwe, tiştên hatine bijartin û pevgirêdana di navbera cî û temaşevanan, ji hunera peykeran a klasîk bêtir dê nêzîkî hunera objeyî be. Akselê ku teşeyê tiştên di jîyana rojane de tên bikaranîn diguherîne, bi materyalên cuda kopîyên van tiştên di jîyana rojane de tên bikaranîn hildiberîne. Erdağ Aksel di gotûbêja bi navê ‘Li Ser Karên Xwe’ de ku ew jî di çarçoveya pêşangeha ‘Sifir’ de bû, bahsa pêvajoya afirandina hunerî û teknîkên ku di hilberîna berhemên xwe de bi kar anîne kir.