Diyarbakır Sanat Merkezi
SERMAWEZA 2009’AN, ROJÊN WÊJEYA NAVNETEWEYÎ:  HEVDÎTINA WINTERNACHTEN Û AMEDÊ
SERMAWEZA 2009’AN, ROJÊN WÊJEYA NAVNETEWEYÎ: HEVDÎTINA WINTERNACHTEN Û AMEDÊ
5-7 Sermawez 2009
Cî: Navenda Hunerê a Amedê, Jûra Konferansê a Fakulteya Tibê a Zanîngeha Dîcleyê, Lîseya Anadoluyê a Amedê, Jûra Resepsîyonê a Sumerparkê

Bi hevparîya Navenda Hunerê a Amedê û Weqfa Winternachtenê û hevkarîya Weşanxaneya Lîsê Rojên Wêjeyê ên Navneteweyî ku ji çend welatan nûnerên wêjeya cîhanê anîn ba hev, di navbera 5-7’ê Sermaweza 2009’an de li mekanên cuda ên bajêr hat lidarxistin. Rojên Wêjeyê ên Navneteweyî ku wekî lingekî Mihricana Wêjêyê a Navneteweyî a Winternachten (Şevên Zivistanê) ku her sal li bajarê Laheyê tê sazkirin, hem ji bo pevgihandina çand û wêjeyên cuda hem jî ji bo nivîskarên ji welatên curcecur hatibûn û nivîskarên Kurd ên li Amedê werin ba hev qadeke ezmûnî a girîng pêşkêş kir.
Di rojên wêjeyê ku gelekî bal kişand de, di serî de nîqaş li ser mijarên wekî şopên ji kevneşopîya wêjeya li derveyî a rojava, li Rojhilata Navîn pozîsyona zimanî û wêjeyî a Kurdî û têkilîya wêjeya Mezopotamya û Rojhilata Navîn a bi ol û mîtolojîyê re, hatin kirin. Helbestvanên ji Başûrê Efrîkayê û ên Kurd li Navenda Hunerê a Amedê hatin ba hev û helbestên ku bahsa girîngîya aşîtî, azadî û jîyana bi hev re dikirin, xwendin. Roja dawîyê di çalakîya xwendinê a li Sümerparkê hat lidarxistin de, ji welat û çandên curbecur 50 hunermend, nivîskar û helbestkar ji bo ku hin beşan ji romana Erebê Şemo a bi navê Şivanê Kurmanca ku romana bi Kurdî a yekemîn e, bixwînin derketin pêşberî beşdaran. Her wiha dengbêjên Navenda Çandê a Dîcle-Firatê û Koma Muzîkê a KESK’ê jî tevî çalakîya ku bi hevkarî û tevkarîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Serkonsolosxaneya Holandayê a li Stenbolê hatibû amadekirin, bûn.

Meylên Rojane yên Di Wêjeya Welatên Derveyî Rojavayê De
Gotûbêj Wêje
5 Sermawez 2009
Meylên Rojane yên Di Wêjeya Welatên Derveyî Rojavayê De
Axaftvan: Dianna Ferrus, Abdelhay Moudeden, Lasana M. Sekou, Frank Westerman
Gotûbêj Wêje
6 Sermawez 2009
Çalakîya Lîseya Anadoluyê ya Amedê
Axaftvan: Dianna Ferrus, Abdelhay Moudeden, Lasana M. Sekou, Frank Westerman
Serencama Kurdîyê ya Li Rojhilata Navîn
Gotûbêj Wêje
6 Sermawez 2009
Serencama Kurdîyê ya Li Rojhilata Navîn
Axaftvan: İrfan Babaoğlu, Şêrzad Barzanî, Meyed Teyib, Azad Zal
Xwendina Helbestan
Gotûbêj Wêje
6 Sermawez 2009
Xwendina Helbestan
Axaftvan: Arjen Arî, Dianna Ferrus, Lasana M. Sekou
Di Deqbenda Sembolên Dînî û Çandî De Watedarkirina Sembolên Cografî
Gotûbêj Wêje
7 Sermawez 2009
Di Deqbenda Sembolên Dînî û Çandî De Watedarkirina Sembolên Cografî
Axaftvan: Evrim Alataş, Aslı Erdoğan, Frank Westerman
Çewisandina Zanava Çandî, Hevrûbûna Dîroka Hatî Windakirin
Gotûbêj Wêje
7 Sermawez 2009
Çewisandina Zanava Çandî, Hevrûbûna Dîroka Hatî Windakirin
Axaftvan: İnci Aral, Markar Esayan, Diana Ferrus, Abdelhay Moudden, Lasana M. Sekou
Çalakîya Dawîlêanînê: Şivanê Kurmanca, Vexwendin bo Mala Êş û Kêfxweşîya Me
Gotûbêj Wêje
7 Sermawez 2009
Çalakîya Dawîlêanînê: Şivanê Kurmanca, Vexwendin bo Mala Êş û Kêfxweşîya Me