Diyarbakır Sanat Merkezi
QADÊN BOYAXKIRÎ
23 Avrêl - 20 Gulan 2004
Hunermend:
Neş’e Erdok, Alaettin Aksoy

Axaftvan:
Deniz Artun

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê di navbera 23’yê Avrêlê -20 Gulana 2004’an de mazûvanîya pêşangeha berhemên Neş’e Erdok û Alaettin Aksoy a bi navê ‘Qadên Boyaxkirî’ kir. Zanîngeha Bilgi a Stenbolê jî ji koleksîyona xwe berhemeke Neş’e Erdok û berhemeke Alaettin Aksoy tevî pêşangeha ku berhemên her du wênexêzên mezin ên nifşekî anîne ba hev, kir. Pêşangeha ku bi hevkarîya Ankara Galeri Nevê ji alîyê Deniz Artun ve hat sazkirin, fîgurên rastteqîn ên ku Neş’e Erdok bi berhevkirina çavdêrîyên cîyên li derdora xwe afirandine û fîgurên Alaettin Aksoy ên ku lehengên pevbestînên wî ne û naxwazin bibin ên cîyekî an jî demekê cara pêşî anîn ba hev. Gotûbêja bi koordînatora pêşangehê Deniz Artun re a piştî destpêkirina pêşangehê gelekî bal kişand ser xwe.