‘Pêşangeha Hunernendên Roja Îro a 23.’ ku her sal bi rêk û pêk ji alîyê Komeleya Muzeyên Wêne û Peykeran ve bi armanca nasandin û piştgirîya hunenermendên ciwan, hunera roja îro bigihêje qadeke binirxtir û nîqaşkirina pirsgirêkên qada hunerê ên bingehîn, piştî li Stenbolê hat pêşandan di navbera 24’ Gulanê-1’ê Pûşpera 2004’an de bi mazûvanîya Navenda Hunerê a Amedê li Mêvanxaneya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û vebû. Pêşangeh bi piştgirîya Navenda Hunerê a Amedê, Akbank Sanat, Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Yeditepeyê ve hat pêşandan. ‘Pêşangeha Hunernendên Roja Îro a 23.’ ku kuratorîya wê Eyal Danon, Anton Lederer û Başak Şenova kiriye, hunermendên ciwan ên bi rêbazên nûjen û alternatîf dixebitin, bi sekn û nêzîkbûneke cuda berheman hildiberînin û pirsên di derbarê ragihandin, bandorlihevkirin û globalîzasyonê derdixînin pêş, gihandin hev. Piştî vekirina pêşangehê li Navenda Hunerê a Amedê bi kurator û beşdarên pêşangehê re gotûbêjek hat çêkirin.
Diyarbakır Sanat Merkezi © 2023 / Tüm hakları saklıdır