Diyarbakır Sanat Merkezi
LI ZINDANÊ XÊZKIRIN
2-18 Pûşper 2006
Berhevkar:
Semih Poroy, Ender Özkahraman

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Berhemên hunermendên ku li çar alîyên Tirkîyeyê di zindanan de bi wêne û karîkatûrê re eleqedar dibin di navbera 2 û 18’ê Pûşbera 2006’an de li Navenda Hunerê ya Amedê hat pêşandan. Di nav beşdarên pêşangeha têkel de yên ku di ser nameyên wan û Oguz Aral ji hev re dişandin re di warê karîkaturê de pispor bûbûn jî hene, yên bi kargehên karîkaturê yên ku Semîh Poroy di zindanan de li dar dixist dest bi kar kirine jî. Kargeha ku bi sernavê Li Zindanê Xêzkirin hate li darxistin, ji alî hunermendên karîkaturê Semîh Poroy û Ender Ozkahraman ve hat amadekirin û berhemên neh karîkaturîstên ku li zindanan xêz dikin tê de hatin pêşandan. Di pêşangehê de bi giştî şêst û heft karîkatûran cî girt û nêzî hezar kesî ji bo temaşeyê serdana wê kirin. Beşek karîkatûran ji berhemên kargehên karîkatûran yên ku Semîh Poroy di çerçoveya çalakîyên çand û hunerî yên ku Anadolû Kultur bi wergirîya projeya “Derbaskirina Dîwarên Zindanê” nêzî sal û nîvekê li Zindanên Qers û Bandirma’yê bi rê ve dibe de pêk anîn hatin hilbijartin. Beşek jê jî ji berhemên ku piştî banagawazîya “karîkatûrên xwe bişînin” ya ku li zindanan hat kirin gihîşt Anadolû Kulturê pêk tê. Ev karîkatûr di sala 2006’an de ji alî Ender Özkahraman û Semîh Poroy ve hatin tomarkirin û dîsa bi heman sernavî ji alî Weşanên Kanat’ê ve wek pirtûk hat weşandin.