Lîstikvan:
Gérard Torikian
/
Nivîskar:
Gérard Torikian, Isabelle Guidard
/
Derhêner:
Serge Avédiki
/
Cî:
Jûra Şanoyê a Şaredarîya Bajarê Mezin
Performansa şanoyê a bi navê Konsera Ermenî an Jî Gotina Pêşîyan a Tirkan (Le Concert Arménien ou le Proverbe Turc) ku cara pêşî sala 2006’an li hin bajarên Fransayê hatibû pêşandan, li Amedê derket pêşberî temaşavanên xwe. Lîstika ku li Tirkîyeyê cara pêşî bi tevkarîyên Navenda Hunerê a Amedê û Anadolu Kültürê li Amedê hatiye pêşandan, ji alîyê Gérard Torikian û Isabelle Guidard ve hatiye nivîsandin û ji alîyê derhêner Serge Avédikian ve li ser dikê hatiye pêşandan. Lîstik, li ser nakokîyên navxweyî û hesabjixwepirsînên ku bestekarê bi regez Ermen gava ku amadekarîyên resîtala Suîta Odisseatê dikir, jiyane hatiye vehûnan. Gava bestekar bi berhema xwe re ye, gotiye qey dê karibe ji xeyaletên ku ew dîl girtiye û sereqet wî ber bi paşeroja wî ve dibe, bireve. Lê dastana Homeros ku serkanîya berhema wî ye, bi xeyaletên ku stûkura wî bernadin re di nav hevahengîyeke gelekî xurt de ye. Berhema wî, dev ji rizgarkirina wî berdin, di ser kesên piralî, qirdik an jî meriv dixe nav şayişan ku wî dihejikîne û serwext dike re, bi awayekî misoger paşerojê tîne bîra wî. Lê tiştek misoger e: Ji bo ku tu û paşeroj li hev bin, divê tu bi wê bikenî. Lîstikê, dîroka Ermenîyan a 4 hezar salî pêşberî temaşevanan dikir û bi taybetî rexne li rêveberên girîng ên pêvajoya ji Împaratorîya Osmanîyan heta vê gavê û zemîna derûnî ku ji alîyê wan ve hatiye afirandin, dikir. Lîstika ku pirsgirêkên sîyasî ên di navbera Tirkan û Ermenîyan de bi awayekî tiraneyî raberî temaşevan dikir, bi Fransizî û bi binnivîsa Tirkî hat pêşandan û gelekî bala temaşevanên ku hêwana şanoyê dagirtibû, kişand.