Çîroka Murathan Mungan a bi navê ‘Kasim û Nasir’, di çarçoveya projeya ku ji alîyê Navenda Hunerê a Amedê ve tê meşandin di 4,11,12, 13’ê Pûşpera 2004’an li xanîyekî Amedê yî restorekî ku wekî Navenda Çandê û Ciwanan tê bikaranîn hat pêşkêşkirin. Pêvajoya lêkolîna projeyê ku Şule Ateş amadekarîyên wê di payîza 2003’yan de li Navenda Hunerê a Amedê bi xebata atolyeyê dabû destpêkirin, bi piştgirîya sazîyên bajêr ên çandî û şarezayan berdewam kir û lîstika di encama vê pêvajoyê de hat amadekirin 4’ê Pûşpera 2004’an li Amedê di Festîvala Çand û Hunerê a Çaran de promîyera xwe kir. Lîstika ku Şule Ateş lihevanîn û derhênerîya wê û Metin And jî şêwirmendîya projeya wê kiriye, rêbazên Ta’zîye ku şanoya Îranê a dramatîk e, kevneşopîya şanoya Tirkan a spontane û lîstikvanîya hemdem kiriye yek. Di lîstika ku serpêhatîya mîna çîrokan a malbateke Kurd î koçer vedibêje de, xebat bi lîstikvanên ciwan ên Amedî re hat kirin, muzîka Kurdî û govendên herêmî hatin bikaranîn û heta ku ji dest hat cawên demên berê hatin bikaranîn ku taybetmendîyên cilên berê ên Kurdan derkevin holê. Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Dermansazan a Amedê jî piştgirî dan projeya ‘Kasim û Nasir’.
Diyarbakır Sanat Merkezi © 2023 / Tüm hakları saklıdır