Diyarbakır Sanat Merkezi
KARGEHA HILBERANDINA VÎDEOYÊN KOLLEKTÎF YA JI GUH BO GUHÎ
Tîrmeh 2020 - Avrêl 2021
Beşdar:
Aylin Kızıl (Diyarbakır), Berivan Bagı (Mardin), Berivan Karatorak (Diyarbakır), Evindar Tokur (Diyarbakır), Fatma Çelik (Diyarbakır), Fatoş Güneri (Diyarbakır), Mediha Güzelgün (Mardin), Nalin Acar (Batman), Rozerin Tadik (Diyarbakır), Semiha Yıldız (Diyarbakır), Sibel Öğe (Batman), Zelal Sadak (Diyarbakır)

Şêwirmend:
Ayça Çiftçi, Sevgi Ortaç

Bernameya ji bo Bibîrxistin û Vegotinê li Bajêr BINÊR, ya ku ji sala 2012’an bi vir ve ye ji alî Anadulu Çand û Navenda Hunerê ya Amedê ve tê birêvebirin, bi hilberandinên nû gihîşt temaşevanan. Kargeha Hilberandina Kollektîf Ya Ji Guh bo Guhî ya BAKê ku di Tîrmeha 2020’î-Nîsana 2021’ê de pêk hat, ji Amed, Mêrdîn û Batmanê 15 beşdarên jin anîn cem hev û bi armanca ku bi destkarîyên afirîner çîrokên der heqê bajêr û bîrê de tên vegotin, ji nû ve bên honandin, da ser rê.

Di çarçoveya kargehê de ku bi şêwirmendîya Ayça Çiftçi û Sevgi Ortaçê hat meşandin, beşdaran bi sê hevdîtinên onlîneyê hatin cem hev. Di dema lêkolan û fikirçêkirinê de, beşdaran dan dû bîra kesaneyî û ya kollektîf, berê xwe dan kifşkirina zimanê çîrokan ku bi her cara vegotinê re di xwe de berfireh û pircure dibin. Piştî sazkirin û produksîyonê, 12 fikir û çîrok wekî fîlmên belgeyî yên afirandî û xebatên ezmûnerîyê hatin hilberandin.

Fîlmên ku bi pirsa, “Gelo, li şûna vegotinên mezin û dorlêgir, mirov bide dû çîrokên ku ji guh bo guhî tên veguhêzandin, vediguherin, azadtir dibin û bi kêfa lîstikê û bi pêjnkarîya şewişînê pircure dibin, wê ev yek derfeta hilmgirtineke nû çêke?” dan ser rê, piştî hilberandinên geşûgur ku bi temamî wekî onlîne hatin kirin, nîşandana xwe ya yekem jî wekî onlîne kir û di 23-27’ê Nîsana 2021’ê de, bi qasî çar rojan, di kanala Youtubeyê ya Li Bajêr BINÊR de bo temaşekirinê hat belavkirin. Piştî nîşandana fîlman, di 26’ê Nîsana 2021’ê, çalakîyek li ser Zoomê hat kirin ku edîtor û nivîskara sînemayê Senem Aytaç û akademîsyen û sînemegera belgeyî Aylin Kurel wekî axêver û moderator tev lê bûn û beşdarên kargehê, şêwirmend, rêvebir û endamên komika projeyê jî tê de cî girtin. Fîlmên ji guh bo guhî, di gelek festîvalên neteweyî û navneteweyî de hat temaşekirin.

Ji Guh Bo Guhî – Pirtûkçe