Diyarbakır Sanat Merkezi
JI WÊJEYA KURDÎ YA DEVKÎ HETA YA NIVÎSKÎ
20 Berfanbar 2003
Axaftvan:
Edib Polat

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Gotûbêja Ji Wêjeya Kurdî ya Devkî Heta ya Nivîskî di 20’ê Berfanbara 2003’an de li Navenda Hunerê ya Amedê pêk hat. Romannûs û lêkolîner Edîb Polat, ji binyada wêjeya devkî û têkilîya bi nivîsê re, ji mîtên di ol û çandên din de dest pê kir û panoramayek giştî ya wêjeya devkî û nivîskî ku hêmanên cuda yên folklora Kurdî di xwe de dihewîne dîyar kir. Gotûbêja ku li ser têkilîya di navbera formên wêjeya devkî û nivîsê de heye sekinî û li gor dabeşkirina serdeman bahsa serpêhatîya wêjeya devkî kir, bi nîqaşkirina pirsên gohdaran re bi dawî bû.