Projeya ‘Ji Me Re Çîrokan Mebêjin!’ a ku armanca wê di ser şanoyê re pireke çandê di navbera jinên ji Trabzonê ne û ên ji Amedê ne ava bike, di navbera Rezbera 2011’an- Adara 2012’an de hat meşandin. Proje, bi hêvîya ku merivên ji du bajarên ji hev dûr û ji hev cuda nêzîkî hev bike û têkilîyên nû û xebatên hevpar bi pêş bixe bi hevkarîya derhêner Dilek Güven hatibû amadekirin û bi piştgirîya Konsolosîya Swêdê ji alîyê Navenda Hunerê a Amedê ve hat birêvebirin.
Di çarçoveya projeyê de îlham ji lîstika “Çîrokên Jinan” a Sevilay Saralê hatiye girtin û beşên lîstikan ên ku tê de rola lehengên çîrokan ên jinên ku tên naskirin tê de hene hatine nirxandin. Xwedîya fikra projeyê û derhênera lîstikê Dilek Güven perçeyên lîstikan ên ku piranîya wan ji berhemên nivîskarên jin hatibûn wergirtin, anîn ba hev. Jinên ji Amedê û ji Trabzonê ji qadeke serborîyan a hevkar dan rê û di ser metneke ku tê de hêmayên wekî tundî, wendayî, tore û kevneşopî, serhildan û bêdengî hebûn re, xebateke lîstikekê meşandin. Armanca vê xebatê ew bû ku tevlêbûyên xebatê xwe di ser şanoyê re bînin ziman, hev du nas bikin û bi hev re berheman hilberînin. Koma xebatê, piştî provayên ku bi awayekî paralel ji Rezbera 2011’an ve li her bajarekî çar jinan dimeşandin, di Rêbendana 2012’an de li Amedê hatin ba hev bi hev re nêzîkî hefteyekê xebateke hevpar meşandin. Lîstik berê 27-28’ê Rêbendana 2012’an li Amedê û paşê jî 30-31’ê Rêbendana 2012’an li Trabzonê li ser dikê hat pêşandan. Proje, bi pêşandana 17-18’e Adara 2012’an a li Stenbolê bi dawî bû. Lîstikê li her sê bajaran jî bala çapemenî û temaşevanan kişand ser xwe û piştî bidawîbûna projeyê jî ji alîyê komên Amedê û Trabzonê ve dîsa li van her du bajaran pêşandana wê berdewam kir.
Diyarbakır Sanat Merkezi © 2023 / Tüm hakları saklıdır