Derhêner:
Emre Koyuncuoğlu
/
Hunermend:
Esra Bezen Bilgin, Su Güneş Mıhladız, Şafak Uysal, Dansera Gelêrî a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Mûzîsyenên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê
/
Şêwirmendê/a Mekan:
Şeyhmus Diken
/
Koma Teknîkê:
Elif Özdemir, Çiğdem Borucu, Aydın Sarıoğlu, Figen Gönülcan
/
Piştgirîya Teknîkî:
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Dewletê, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê
/
Cî:
Dêra Surp Sarkis (Dêra Çeltik)
Şanîdana Home Sweet Home ku xebatên wê salekê domîya, bi derhênerîya Emre Koyuncuoglu û di merheleya produksuyonê de jî bi hevkarîya Kunten Festival des Arts a li Belçîka ku di qada hunerên pêşandeyê de li Ewrûpayê wekî mîhrîcana herî girîng tê pejirandin, bi pêşengîya Anadolu Kultur û Navenda Hunerê ya Amedê di 17, 18 û 19’ê Cotmeha 2003’an de li Amedê hat pêşandan. Li Sûra Amedê Dêra Surp Sarkîs a demek dirêj hatibû dev jê berdan û bêxwedî mabû, ji bo pêşandanê wekî mekan hat bi kar anîn.
Kar û xebatên projeya Home Sweet Home bi qasî salekê li Amedê û li Îstanbolê dom kirin. Li Amedê piştî xebatên kargeha Emre Koyuncuoglu, panel û şanîdanan, tîma ku ji beşdarên Amedî pêk tê ku dê di pêşandeyê de cî bigrin, hatin dîyarkirin. Ji bilî wê jî, dîsa di nava salê de, di demên cuda de bi qeydkirina dengên mekan û dîmenan, keresteyên xebatên qadên dîmenî û bihîzbarî yên pêşandeyê hatin avakirin.
Di pêngava duyem ya projeyê de, belgefîlmekî ku hemû xebat tê de cî digirt pêşîyê li Îstanbolê, pişt re jî li Berlînê; di Hevdîtina Reqsên Hemdem a Navneteweyî de hat pêşandan.
Performansa Home Sweet Home ya ku di pêngava sêyemîn de cî digre jî, bi fikra “di qadeke hatiye terikandin de dîsa bi hev re jîyîn” di 17’ê Cotmeha 2003’an de li Amedê promîyera xwe pêk anî. Nêzî 650 temaşevanî, 3 pêşandeyên ku 3 rojan li pey hev hatin şanîdan, temaşe kirin.
Armanca Projeyê ew e ku, bi bernameyeke bi têkilîyên dem–cî dest pê dike û mirov û hunermendên ku li qadên cuda yên Tirkîyeyê, di nava çandên cuda de dijîn tîne cem hev, roja îroyîn bide xuyakirin
Taybetmendîya herî girîng a projeyê ew bû ku; ferasetên hunera hemdem û hunera gelêrî di nav hev de, bi hev re bi kar anî û bi vî aweyî bi veguherandinê zimanekî hunerî yê xweser ava kir. Ji bilî wê jî, xebat pêşnîyaz dike ku mekanên hatine devjêberdan, nayên bi karanîn, yên kevn û ji çapê ketine, bi pêşandeyê re dîsa veguherîne mekanên zindî û qadên berpêyî parvekirinê û bihevrebûnê.
Projeya Home Sweet Home piştî ku promîyera xwe li Amedê pêk anî, li Belçîkayê di Kunsten Festival des Arts ya Navneteweyî de hate pêşandan.
Home Sweet Home Pirtûkçe