Diyarbakır Sanat Merkezi
Cî: Navenda Hunerê a Amedê, Otêla Kerwansarayê, Komeleya Rojnamegeran a Guneydoguyê, Komeleya Huner û Çandê a Dîcle-Firatê

Di çarçoveya bernameyên Hevdîtinên Sînornenas ku bi hevkarîya Balyozxaneya Swêdê û Citizens Without Boundaries hat lidarxistin, heşt gotûbêj, nîşandana fîlmekê û pêşaneyek hat kirin. Bi beşdarîya nivîskar, helbestkar û akademîsyenên ji Tirkîye û ji Swêdê gotûbêjên pirzimanî û pirçandî hatin çêkirin. Ji ber ku çalakî û şûngeh pirreng bûn beşdarî jî pirreng bûn. Ji her alîyî beşdar hebûn û gengeşîyeke înteraktîf çêbû. Gengeşî dem bo demê hişktir bûn û hat dîtin ku mirovên ku dîtinên wan cuda ne jî dikarin dîyalogê daynin û ev yek bû qazanca mezintir ya hevdîtinan.

Hevdîtinên Sînornenas I-II – Pirtûkçe

Hevdîtinên Sînornenas I
Kevneşopên Devkî û Çîrokbêjî
Axaftvan: Lal Laleş, Mikael Niemi
8 Gulan 2007
Demokrasî û Dîn
Axaftvan: Nesip Yıldırım, Cecillia Uddên
10 Gulan 2007
Kûçika Dawî ya Li Ruandayê
Derhêner: Jens Asur
10 Gulan2007
Li ser Fîlmê Ruandayê
Derhêner: Jens Asur
11 Gulan 2007
Huner û Veguherîna Sosyal
Axaftvan: Evren Uzer, Otto Von Busch
12 Gulan 2007
Hevdîtinên Sînornenas II
Anna-Muuma Emerîkayê
Hunermend: Niha Korhonen
22-29 Sermawez 2007
Perwerdehîya Zarokan û Demokrasî
Axaftvan: Gülseren Engström, Mustafa Arık, Lal Laleş
23 Sermawez 2007
Nirxên Ewropayê
Axaftvan: Annika Ström Melin, Fazıl Hüsnü Erdem
24 Sermawez 2007
Rola Medyayê ya Di Avanîya Civakî ya Ewropayê De
Axaftvan: Carl Henrik Fredriksson, Annika Ström Melin, Faruk Balıkçı
24 Sermawez 2007
Rastînî û Ziman
Axaftvan: Andrey Tichy, Dilawer Zeraq, Kawa Nemir
25 Sermawez 2007