Cî:
Navenda Hunerê a Amedê, Hêwana Konferansê a Fakulteya Tipê a Zanîngeha Dîcleyê
Hefteya Cervantes a ku bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê û Enstîtuya Cervantes hat lidarxistin, di navbera 17 û 29’ê Rêbendana 2003’an de pêk hat. Bernameya ku ji çalakîyên cuda yên wek pêşangeh, gotûbêj û şanîdana fîlman pêk hat, eleqeyek zêde ji temaşevanên Amedî dît. Bernameyê bi pêşangeha Gaudî ya ku fotografkêşê Îspanyol Marîan Mar bi objektîfa xwe berhemên pêşengê bizava Art Nouveau; avahîsazê Katalan Antonî Gaudî gihand temaşevanan dest pê kir. Di wergirîya vê bernameyê de, gerînendeyê Enstîtuya Cervantes; Pablo Martîn Asuero li ser têkilîya çandî ya duhêlî ku Îspanyayê bi cîhanê re danîye, gotûbêjek pêk anî. Di dûmahîka bernameyê de akademîsyen û teorîsyenên wêjeyê Jale Parla û Sîbel Irzik, di ser nîqaşên li ser Don Kîşot û romana postmodern re, der heqê mîrasa wêjeyî ya Îspanyayê de çerçoveyek pêşkêş kirin. Li gel van çalakîyan, hefteyekê li ser hev li Navenda Hunerê ya Amedê guldesteyek ji fîlmên aktuel û yên klasîk ên Îspanyolan hat şanîdan. Di Hefteya Cervantes de ji du hezeran zêdetir temaşevan beşdarî çalakîyan bûn.