‘Gotûbêjên Li Ser Dadê’ bi piştgirîya Bernameya Matra-KAP a Konsolosîya Holandê di çarçoveya projeya bi navê ‘Jinûvefikirîna Têgeha Dada Serdemî’ de Reşemîya 2004’an – Gulana 2005’an li dar ket. Armanca bernameya gotûbêjê a sereke ew ku têgeha dadê di çarçoveya dîsîplînên wekî huner, wêje, polîtîkaya civakî, dîrok û felsefeyê de bîne rojevê, merivên ji hêlên cuda di platformeke serbixwe de bîne ba hev, ji bo bîr û bawerîyên cuda ên li ser dadê û derbirînên cîhaneke dadwer karibin bandorê li hev bikin qadekê veke. Ji bo tevî bernameya gotûbêjê bibin akademîsyen, nivîskar, helbestvan û rojnamevan hatin vexwendin. Nêzîkî 1500 kes tevî neh gotûbêjên ku salekê pê de li Navenda Hunerê a Amedê, Jûra Konferansê a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê katin kirin, bûn. Awayê nivîskî ên van gotûbêjan, sala 2007’an wekî pirtûk hat çapkirin. Di çarçoveya heman projeyê de, bi piştgirîya Prince Claus Fund û kuratorîya Beral Madra pêşangeha bi navê ‘Mezaxtina Dadê’ jî hat pêşandan. Hunermendên ji welatên wekî Tirkîye, Ermenistan, Gurcistan, Qibris, Bosna, Makedonya û Sûrîyê ku di bîst salên vê dawîyê de bûne qada binpêkirina mafên merivan û travmayên gelekî mezin lê hatine jîyîn, bi berhemên xwe ên ji wêne û vîdeoyan pêk dihatin têgeha dadê vepirsîn. Di çarçoveya projeyê de atolyeke bi navê ‘Di Dîrokê De Dad’ hat lidarxistin. Li atolyeya ku hunermendên ku tevî pêşangeha ‘Mezaxtina Dadê’ bûn, kurator Beral Madra, koma xwendekaran a 17 kesî ku ji Enstîtuya Hunerê a Holandê hatibûn û hunermendên Amedî tevî wê bûbûn, dersdara Zanîngeha Bilgi a Stenbolê Ferda Keskin li ser têgeha dadê pêşkêşîya hin tiştan kir û li ser têkilîya huner û dadê bi beşdaran re gotûbêjek çê kir.
9 Avrêl 2004
Pêdivîyên Merivan û Polîtîkaya Civakî
Axaftvan: Gürol Irzık
21 Gulan 2004
Ma Pirsgirêkên Cîhanê Xwe Di Helbestê De Didin Der?
Axaftvan: Roni Marguiles, Yücel Öztürk
5 Pûşper 2004
Felsefe û Dad
Axaftvan: Ferda Keskin, Thomas Pogge, Murat Borovalı
27-28 Avrêl 2005
Di Heyama Dîrokê De Dad: Komxebata Mezaxtina Dadê
Axaftvan: Ferda Keskin
1-22 Gulan 2005
Mezaxtina Dadê
Kurator: Beral Madra / Hunermend: Ali Aksakal, Andrej Derkovic, Bassam Al Khouri, Behrang Samadzadegan, Evrensel Belgin, Heba Farid, Iliko Zautashvili, Lamia Joreige, Maha Abu Ayyash, Oliver Musovik, Panayiotis Michael , Ruben Arevshatyan, Zehra fionya
Diyarbakır Sanat Merkezi © 2023 / Tüm hakları saklıdır