Diyarbakır Sanat Merkezi
GOTÛBÊJÊN LI SER DADÊ
GOTÛBÊJÊN LI SER DADÊ
Reşemî 2004 - Adar 2005
Cî: Navenda Hunerê a Amedê, Jûra Konferansê a Şaredarîya Bajarê Mezin, Hêwana Konferansê a Fakulteya Tipê a Zanîngeha Dîcleyê

‘Gotûbêjên Li Ser Dadê’ bi piştgirîya Bernameya Matra-KAP a Konsolosîya Holandê di çarçoveya projeya bi navê ‘Jinûvefikirîna Têgeha Dada Serdemî’ de Reşemîya 2004’an – Gulana 2005’an li dar ket. Armanca bernameya gotûbêjê a sereke ew ku têgeha dadê di çarçoveya dîsîplînên wekî huner, wêje, polîtîkaya civakî, dîrok û felsefeyê de bîne rojevê, merivên ji hêlên cuda di platformeke serbixwe de bîne ba hev, ji bo bîr û bawerîyên cuda ên li ser dadê û derbirînên cîhaneke dadwer karibin bandorê li hev bikin qadekê veke. Ji bo tevî bernameya gotûbêjê bibin akademîsyen, nivîskar, helbestvan û rojnamevan hatin vexwendin. Nêzîkî 1500 kes tevî neh gotûbêjên ku salekê pê de li Navenda Hunerê a Amedê, Jûra Konferansê a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê û Zanîngeha Dîcleyê katin kirin, bûn. Awayê nivîskî ên van gotûbêjan, sala 2007’an wekî pirtûk hat çapkirin. Di çarçoveya heman projeyê de, bi piştgirîya Prince Claus Fund û kuratorîya Beral Madra pêşangeha bi navê ‘Mezaxtina Dadê’ jî hat pêşandan. Hunermendên ji welatên wekî Tirkîye, Ermenistan, Gurcistan, Qibris, Bosna, Makedonya û Sûrîyê ku di bîst salên vê dawîyê de bûne qada binpêkirina mafên merivan û travmayên gelekî mezin lê hatine jîyîn, bi berhemên xwe ên ji wêne û vîdeoyan pêk dihatin têgeha dadê vepirsîn. Di çarçoveya projeyê de atolyeke bi navê ‘Di Dîrokê De Dad’ hat lidarxistin. Li atolyeya ku hunermendên ku tevî pêşangeha ‘Mezaxtina Dadê’ bûn, kurator Beral Madra, koma xwendekaran a 17 kesî ku ji Enstîtuya Hunerê a Holandê hatibûn û hunermendên Amedî tevî wê bûbûn, dersdara Zanîngeha Bilgi a Stenbolê Ferda Keskin li ser têgeha dadê pêşkêşîya hin tiştan kir û li ser têkilîya huner û dadê bi beşdaran re gotûbêjek çê kir.

Pêşveçûna Têgeha Dada Hevdem
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî
7 Reşemî 2004
Pêşveçûna Têgeha Dada Hevdem
Axaftvan: Mithat Sancar
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî
9 Avrêl 2004
Pêdivîyên Merivan û Polîtîkaya Civakî
Axaftvan: Gürol Irzık
Ma Pirsgirêkên Cîhanê Xwe Di Helbestê De Didin Der?
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî Wêje
21 Gulan 2004
Ma Pirsgirêkên Cîhanê Xwe Di Helbestê De Didin Der?
Axaftvan: Roni Marguiles, Yücel Öztürk
Gotûbêj Wêje
29 Gulan 2004
Girtîgeh û Nivîskar
Axaftvan: Ahmet Othmani, Eugene Schoulgin, Müge Sökmen, Ragıp Duran
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî
5 Pûşper 2004
Felsefe û Dad
Axaftvan: Ferda Keskin, Thomas Pogge, Murat Borovalı
Gotûbêj Wêne
26 Pûşper 2004
Di Wênesazîya Ewropayê De Alegorîya Dadê
Axaftvan: Zerrin Boynudelik
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî
1 Kewçêr 2004
Çepgirî û Dad
Axaftvan: Ömer Laçiner
Gotûbêj Wêje
4 Berfanbar 2004
Dostoyevskî, Hevdemî û Dad
Axaftvan: Sibel Irzık
Gotûbêj Hûner û Helwestên Civakî
30 Rêbendan 2005
Tirsa Ji Dadê
Axaftvan: Sezai Sarıoğlu
Di Heyama Dîrokê De Dad: Komxebata Mezaxtina Dadê
Kargeh Hûner û Helwestên Civakî
27-28 Avrêl 2005
Di Heyama Dîrokê De Dad: Komxebata Mezaxtina Dadê
Axaftvan: Ferda Keskin
Pêşangeh Hûnera Hevdem
1-22 Gulan 2005
Mezaxtina Dadê
Kurator: Beral Madra / Hunermend: Ali Aksakal, Andrej Derkovic, Bassam Al Khouri, Behrang Samadzadegan, Evrensel Belgin, Heba Farid, Iliko Zautashvili, Lamia Joreige, Maha Abu Ayyash, Oliver Musovik, Panayiotis Michael, Ruben Arevshatyan, Zehra Fionya