Diyarbakır Sanat Merkezi
EM BI ÎMAJÊ EWLE NE 2
29 Kewçêr - 15 Berfanbar 2002
Kurator:
Beral Madra

Hunermend:
Yeşim Ağaoğlu, Zeynep Ağartan, Fatih Balcı, Ragıp Basmazölmez, Cem Ece, Şinasi Güneş, Gül Ilgaz, Cemile Kaptan, Yasemin Özcan Kaya, Ercan Molla, Mehmet Özen, Çağrı Saray, Gonca Sezer, Ergün Yıldız

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Piştî pêşangeha Em Bi Îmajê Ewle Ne ku di sala 2001’ê de li Stenbolê li Navenda Çandê ya Ataturk’ê hat vekirin, di 2002’an de bi beşdarîya hunermendên nû û bi kuratorîya Beral Madra di navbera 29’ê Cotmeha 2002’yan-15’ê Berfanbara 2002’yan de li Navenda Hunerê ya Amedê pêşangeha Em Bi Îmajê Ewle Ne 2 derket pêşberî serdêran. Di vekirina pêşangeha ku ji gelek fotograf, enstalasyon û hilberînên ji teknîkên têkel hatine afirandin pêk hatîye de, bi beşdarîya kurator Beral Madra û hunermendan gotûbêjek jî hat li darxistin. Pêşangeh, pêşnîyar dike ku di serdemek ku îmajên teknolojîk rastîyek çêkirî ava dike û bi rastîyê dilîze de, metaforên çandî li hember vê rewşe çi derfetên tekoşînê derdixe pêş û nêrîna rexneyî di mijara watedarkirina tercîhên temaşevanan de çi cûre nêzîkatîyan dihewîne raxe ber çavan. Di serdema ku dîmen bêyî têkilîya ku di navbera girseyê û amûrên teknolojîk de ye nikare ava bibe de, radeya bandora firehkirina cîhana wateyî ya metaforên çandî derdixe pêş. Em Bi Îmajê Ewle Ne 2 ku ji hezarî zêdetir kesan serdana wê kirin, pêşangeha duyem e ku Navenda Hunerê ya Amedê mazûvanîyê lê dike.