Diyarbakır Sanat Merkezi
DÎDARÎYÊN NIVÎSKAR Û HELBESTKARAN
2002

Navenda Hunerê ya Amedê, di navbera salên 2002-2009’an de, gelek gotûbêj û çalakîyên xwendinê li dar xist ku di van çalakîyan de nivîskaran fersend bi dest xist da ku karibin ew bi xwe bi zimanê xwe berhemên xwe bixwînin û li ser mijarên rojane bi nivîskaran re bidin û bistînin. Di van çalakîyên gotûbêjî û xwendina pirtûkan de, bi tevî nivîskarên ku berhemên klasîkî afirandine, pirtûkên nivîskarên nû jî gihan xwendevan û hunerhezan û tekstên cur bi cur hatin xwendin û gengeşî hatin kirin û ezmûnên kesaneyî hatin parvekirin. Di serî de hêwana pirmebest ya Navenda Hunerê ya Amedê, li gelek cîyên bajêr çalakî hatin lidarxistin û digel nivîskarên ji Amedê û ji bajarên derdora wê, nivîskarên ji Tirkîyeyê û ji dinyayê jî tev li çalakîyan bûn.

Hûn dikarin agahîyên beşdaran û yên li ser dîdarî û çalakîyên helbestkar û nivîskaran ku Navenda Hunerê ya Amedê di sala 2002’yan de li dar xistine, di vê malperê de peyde bikin.

05 Kewçêr 2002
Pirtûka Kevîyê
Ece Temelkuran
12 Berfanbar 2002
Bila Mêrê Min Bi Qasî Mêşekî Be Bila Li Ser Serê Min Be
Hatice Meryem
28 Berfanbar 2002
Helbestxwendin
Hicri İzgören