Navenda Hunerê a Amedê di navbera 13’ê Rezberê-10’ê Kewçêra 2010’an de mazûvanîya pêşangeha ‘13’ê Rezberê’ kir. Navenda Hunerê a Amedê piştî vê paşangehê li derên din pêşangeh saz kiribe jî ev pêşangeh bû pêşangeha dawîyê ku li Diyar Galeriayê hatibû pêşandan. Di pêşangeha ‘13’ê Rezberê’ ku dewama pêşangeha ‘Darbe’ a sala 2009’an li Stenbolê li navenda hunerê a alternatîf Outletê hatibû pêşandan de, xebatên Halil Altındere, Canan, Aslı Çavuşoğlu, Köken Ergun, Bengü Karaduman, Şener Özmen, Özlem Sulak û Koma Bîra Kolektîf MSGSÜ’yê hatin pêşandan. Pêşangeha ku berhemên bi şêwazeke afirîner û hejîner pêvajoya ji darbeyê heta roja me şîrove dikir tê de hatibûn pêşandan, dengê postalan û tankan ê bêyom, peyvên qedexekirî û bîranên darbeyê veguhastin roja me Pêşangeha ku bi şêwazeke rexnegirî nêzîkî temsîlkirina darbeyê a di çanda populer û xebatên hunerê de dibe, ji xwe re kiribû armanc ku tarîya trajedîya bi rastî hatibû jîyîn bide hîskirin û li ser bingeheke sîyasî bide rûniştandin. Gelek hunermend, nivîskar û rêvebirên şaredarî û sazîyên sîvîl tevî vê pêşangeha ku piştî referandûma 12’ê Rezbera 2010’an a ku tê de çend guherandin di destûra bingehên a serdema darbeya 12’ê Rezberê hatibû amadekirin de hatibûn kirin, bûn.