Diyarbakır Sanat Merkezi
ŞANOYA BREAD AND PUPPET YA KARGEHA AMEDê
20-22 Rezber 2022
Rêvebir:
John Bell, Clare Dolan, Adam Cook

Cî:
Mordem Sanat, Rengarenk Umutlar Derneği

Yek ji koma herî kevn ya şanoya avangarda polîtîk, Şanoya Bread and Puppet, piştî ku di Bienala Stenbolê de kargehek çêkir, ji bo ku kargeheke quqlayê bi rê ve bibe, hat Amedê. Bi rêvebirîya Mordem Sanatê û bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê, di rojên 20-21’ê Îlona 2022’yan de, kargehek li Mordem Sanatê çêbû û di çarçoveya kargehê de, beşdarên ji biwarên performans, şano û dansê, ji kelûmelên karton, kaxêz, qumaş û ên wekî wan, bûn xweyî zanîn ka mirov çawa dikare bi wan kelûmelan quqlayên erzan çêke û teknîkên nîşandanê hîn bûn. Di kargeha ku ji bo beşdarên ji Amedê, ji Mêrdînê û ji Batmanê jî bervekirî bû, teknîka cantastoria (performansa wênê) jî hat hînkirin ku ji bo nîşandanên kuçeyê û merasîman jî lêhatî ye. Koma şanoyê, di 22’yê Îlonê de, bi hevkarîya Komeleya Hêvîyên Rengîn, li kuçeyên Surê, bi zarokan re hat cem hev.