Diyarbakır Sanat Merkezi
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ YÊN DUYAN
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ YÊN DUYAN
11-21 Kewçêr 2018
Cî: Bingeha Hrant Dink, Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê a Amedê, Yekîtîya Odeyên Avahîsazên Amedê - TMMOB, Şaxa Amedê a Eğitim-Senê, Kastal Kafe, Mala Hunerê a Tov - Êlih, Leylan Kafe Pirtûk - Mêrdîn

Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên Duyan ku bi hevkarîya Weşanên Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê (NHA) cara pêşî 2013’an de li dar ketibû, bo cara duyem di 11-12’ê Cotmeha 2018’an de li dar ket. Rojên Wêjeya Berawirdî ku ji alî Enstîtuya Goetheyê, Serbalyozxaneya Hollandayê, Serbalyozxaneya Swêdê û Navenda Çanda Fransiz ve û bi hevkarîya Çanda Anadoluyê û Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê li dar dikeve û di çarçoveya Qad bo Çandê de tê piştgirîkirin, bi kargeh, gotûbêj û xwendinên ku di çarçoveya pirzimanî de hatin amadekirin, bi bernameyeke berfireh xwe gihand xwîneran. Bernameya ku Berken Bereh tê de mêvanê rûmetê bû, nivîskar, helbestkar û wergêrên hêja yên ji Amedê, ji bajarên derdora Amedê, ji Tirkîyeyê, Ermenistanê û Ewropayê, bi rêya çalakîyên ku li Amedê, li Mêrdînê û li Batmanê hatin kirin, bi xwîneran re hatin cem hev.

12’ê Cotmeha 2018’an êvara roja înê, bernameya destpêkê li Odeya Sanayî û Bazirganan ya Amedê li dar ket. Bernameyê piştî axaftinên destpêkê yên li ser navê Lîs û NHAyê hatin kirin, bi axaftina Mıgırdıç Margosyan ku rojbûna wî ya 80’yan dihat pîrozkirin, domand. Fîlmeke belgeyî ya li ser mêvanê şeva destpêkê helbestkar Mirazê Cemal hat temaşekirin ku yek ji nivîskarên rojnameya Rya Teze ye ku li Ermenistanê weşîyaye. Şeva destpêkê bi axaftina Mirazê Cemal bi dawî bû. Bername bi temamî deh roj domandin û ji wêjeya zarokan û ciwanan heta bi zayenda civakî, ji wêjeya Ermenîkî heta bi gengeşîyên li ser biwara hebûnê ya Rumkî, ji pêwendîya wêje û sînemayê heta bi temaya keda di wêjeyê de, ji xwendinên Kurdî yên berawirdî yên dîwanên klasîk heta bi parvekirinên xebatên akademîk, bernameyeke berfireh derpêşî xwîneran hati kirin. Bername, 21’ê Cotmehê êvara roja yekşemê, bi axaftina dawîlêanînê ya Berken Bereh bi dawî bû.

Bernameya sala 2018’an ya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, bi hevkarîya Weşanên Aras, Klûba Xwendinê ya Amedê, Weşanên Ayrıntı, Weşanên İstos, Kovara Ewro, Kovara Dilop, Weşanên Hîva, Weşanên Morî, KurdîLit, Şanoya Bajêr ya Amedê û bi tevkarîya Weqfa Hrant Dink, Odeya Sanayî û Bazirganîyê ya Amedê, Eğitim-Sen a Amedê Şaxa yekem, Kastal Cafe, Mala Hunerê ya Tov ya Batmanê û Leylan Cafe ya Mêrdînê li dar ket.

Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê Yên Duyan Pirtûkçe

Destpêkirin
Şanîdana Fîlman Wêje
12 Kewçêr 2018
Destpêkirin
Axaftvan: Rya Teze, Mirazê Cemal
Zarok, Ciwan û Wêje
Gotûbêj Wêje
13 Kewçêr 2018
Zarok, Ciwan û Wêje
Axaftvan: Mine Soysal
Nêrînek bo Wêjeya Ermenîkî
Gotûbêj Wêje
13 Kewçêr 2018
Nêrînek bo Wêjeya Ermenîkî
Axaftvan: Sevan Değirmenciyan, Mehmet Fatih Uslu
Zeman, Mekan, Margosyan
Gotûbêj Wêje
13 Kewçêr 2018
Zeman, Mekan, Margosyan
Axaftvan: Gürsel Korat, Şeyhmus Közgün, Mehmet Çakmak
Em ji bo Margosyan Dibêjin
Gotûbêj Wêje
13 Kewçêr 2018
Em ji bo Margosyan Dibêjin
Axaftvan: Mıgırdiç Margosyan, Udi Yervant, Şeyhmus Diken, Birsen İnal, Adnan Gerger
Anatomîya Wêjeya Kurdî
Kargeh Wêje
14 Kewçêr 2018
Anatomîya Wêjeya Kurdî
Rêvebir: Clemencé Shalbert Yücel
Nav Dîwanan: Di Wêjeya Rojhilatê de Melayê Cizîrî û Hafiz Şîrazî
Gotûbêj Wêje
14 Kewçêr 2018
Nav Dîwanan: Di Wêjeya Rojhilatê de Melayê Cizîrî û Hafiz Şîrazî
Axaftvan: Mehmet Kanar, İlhami Sidar, Zahir Ertekin, Emirhan Oğuz
Avaçûna Rojê û Wêje
Gotûbêj Wêje
14 Kewçêr 2018
Avaçûna Rojê û Wêje
Axaftvan: Ayşegül Devecioğlu, Ömer Türkeş, Adnan Gerger
Wêjeya Zarokan ya Kurdî: Ezmûne û Derfet
Gotûbêj Wêje
15 Kewçêr 2018
Wêjeya Zarokan ya Kurdî: Ezmûne û Derfet
Axaftvan: Mem Bawer, Ulku Bîngol, Feridun Birgül
Temaya Kedê di Çîrok û Romana Kurdî û Tirkî de
Gotûbêj Wêje
16 Kewçêr 2018
Temaya Kedê di Çîrok û Romana Kurdî û Tirkî de
Axaftvan: Îsmaîl Dîndar, Tahir Şilkan
Wêje, Sînema û Sirgûn
Gotûbêj Wêje
17 Kewçêr 2018
Wêje, Sînema û Sirgûn
Axaftvan: Abdullah Aren Çelîk, Esad Şanli
Xebatên Akademîk yên Kirmanckî (Zazakî)
Gotûbêj Wêje
17 Kewçêr 2018
Xebatên Akademîk yên Kirmanckî (Zazakî)
Axaftvan: Bîlal Zîlan, Veysel Yildizhan
Wergerandina Helbesta Berken Bereh
Kargeh Wêje
20 Kewçêr 2018
Wergerandina Helbesta Berken Bereh
Rêvebir: Samî Hêzil, Clemencé Shalbert Yücel
Zayenda Civakî ya Di Wêjeyê De
Gotûbêj Wêje
20 Kewçêr 2018
Zayenda Civakî ya Di Wêjeyê De
Axaftvan: Melek Özlem Sezer, Fexrîya Adsay
Helbest: Bangeke bo Edaletê
Gotûbêj Wêje
20 Kewçêr 2018
Helbest: Bangeke bo Edaletê
Axaftvan: Gonca Özmen
Gelo Rûmkî Di Walîzê De Hiltê?
Gotûbêj Wêje
21 Kewçêr 2018
Gelo Rûmkî Di Walîzê De Hiltê?
Axaftvan: Foti Benlisoy
Edaleta Wêjeyê
Gotûbêj Wêje
22 Kewçêr 2018
Edaleta Wêjeyê
Axaftvan: Necmiye Alpay, Gonca Özmen, Murat Özyaşar, Dilawer Zeraq
Kargeha Romanê Bi Ayşegül Devecioğlu Re
Kargeh Wêje
11 Kewçêr, 13-14 Kewçêr 2018
Kargeha Romanê Bi Ayşegül Devecioğlu Re
Rêvebir: Ayşegül Devecioğlu
Kargeha Çîrokan Bi Melek Özlem Sezer Re
Kargeh Wêje
19-21 Kewçêr 2018
Kargeha Çîrokan Bi Melek Özlem Sezer Re
Rêvebir: Melek Özlem Sezer
Çalakîya li Batmanê: Dîwana Melayê Cizîrî
Gotûbêj Wêje
15 Kewçêr 2018
Çalakîya li Batmanê: Dîwana Melayê Cizîrî
Axaftvan: Îlhamî Sîdar, Emirhan Oğuz
Çalakîya li Mêrdînê: Dîwana Melayê Cizîrî
Gotûbêj Wêje
16 Kewçêr 2018
Çalakîya li Mêrdînê: Dîwana Melayê Cizîrî
Axaftvan: Îlhamî Sîdar, Emirhan Oğuz, Deham Ebdulfettah
Dawîlêanîn
Gotûbêj Wêje
21 Kewçêr 2018
Dawîlêanîn
Axaftvan: Berken Bereh