Diyarbakır Sanat Merkezi
AGIR Û DAWET
20 Rêbendan - 5 Reşemî 2013
Honaka Pêşanê: Artıkişler, Karahaber Video Kolektifi / Axaftvan: İrfan Aktan, Pelin Tan, Ruken Ergüneş, Oktay İnce, Alper Şen, Özge Çelikaslan, Şanlıbey Alabay, Emin Çelikok, Selami Çelikok, Lokman Temel / Cî: Galerîya Hunerê a Amedê

Pêşangeha bi navê Agir û Dawet a ji vîdeoyên Artıkişler û Kolektîfa Karahaber a Vîdeo, van deh salên dawî bi komkirên kaxezan ên Colemêrgî ku li Enqereyê dijîn re hilberandiye pêk tê di navbera 20’ê Rêbendanê-5’ê Reşemîya 2013’an de li Sümerparkê li Galerîya Amed-Sanatê li dar ket. Vîdeoyên Agir û Dawet, tekoşîna debara jîyanê û parastina nasnameya xwe a gundîyên Kotranis ên ku gundê wan sala 1994’an ji alîyê dewletê ve hatiye valakirin û ji bêgavî ji gund bar kirine û paşê jî di dawîya salên 90’î de li Türközüyê ku li Enqereyê taxa herî nêzîkî sergoyê mezin e, bi cî bûne û bi berhevkirina kaxezên avêtî ên li nav bajêr debara xwe kirine, pêşberî temaşevanan dike. Pêşangehê, ji sala 2001’ê heta îro jîyana kexezkomkiran a piştî barkirina ji bêgavîyê ber bi qadeke nû ve ku ji alîyê vîdeokêşan û kexezkomkiran bi xwe li dawetê, li şûnê, di pevçûnan de, li kuçeyê û li malê hatiye kişandin kiribû bîranîneke dîtbarî.
Di vekirina pêşangeha Agir û Dawet a 20’ê Rêbendanê de, bi pêşangehê re li ser barkirina ji ber ber bêgavîyê a li Tirkîyeyê û piştî wê çi hatiye jîyîn gotûbêjek û forûmek hat sazkirin. Di gotûbêj û forûmê de, rojnamevan İrfan Aktan, hunermend û akademîsyen Pelin Tan, ji Amedê sosyolog Ruken Ergüneş, çalakvanên vîdeokêş Oktay İnce û Alper Şen, ji Komeleya Çand û Hunera Dîtbarî a Kozayê Özge Çelikaslan, ji kovara Katıkê çalakvanê kaxezkomkir Şanlıbey Alabay, kamaravanên dawetan ên kaxezkomkir Emin Çelikok (Enqere), Selami Çelikok (Colemêrg) û pevbestkarê vîdeoyên dawetan Lokman Temel (Enqere) guwahîyên xwe telesîyên xwe veguhastin. Pêşangeha Agir û Dawet û a li Amedê ku di navbera 18’ê Adarê-21’ê Avrêla 2012’an de li Stonbol DEPO’yê hat nîşandan û Artıkişler û Kolektîfa Karahaber a Vîdeo ji li Amedê pê nîşanda ji nû ve hat amadekirin, bi organîzasyona Komeleya Çand û Hunera Dîtbarî a Kozayê û hevkarîya Navenda Hunerê a Amedê û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin. Friedrich Ebert Stiftung û Anadolu Kültürê tevkarîya organîzasyona pêşangehê a li Amedê kir.

Agir û Dawet – Pirtûkçe