Diyarbakır Sanat Merkezi
TRAGEDYA, HELBEST, ŞANO
TRAGEDYA, HELBEST, ŞANO
12, 18, 19, 20 Kewçêr 2002
Cî: Navenda Hunerê a Amedê, Hêwana Konferansê a Fakulteya Tipê a Zanîngeha Dîcleyê

Rêzeçalakîya tematîk ya bi navê Tragedya, Helbest, Şano ku derfetên ezmûngarîya civakî û mîtolojîk ya şaristanîya Mezopotomyayê ji huner û wêjeya îroyîn re pêk anîne ji xwe re dike mijar, di Cotmeha 2002’an de li Navenda Hunerê ya Amedê û li Hêwana Konferansê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê hatin li darxistin. Di tevahîya bernameya ku ji gotûbêjan û ji şanîdana fîlmekî pêk hat de di axaftinên bi nivîsar, tema, mijar, teşe û xalên nêzîkatîyê yên bi şanoyê re eleqedar de, li ser peywendîyên ku di navbera nivîsarên serdama antîk û zimanê helbestî de hene hat sekinandin. Di çalakîyên ku Metîn Boran, Cevat Çapan û Kawa Nemir wek axaftvan beşdar bûn de, lêkolîn li ser nivîsarên nivîskarên ji welêt û yên bîyanî hatin sekinandin, nêzîkatîyên dramaturjîk û rexneyî hatin avakirin û pirsên guhdar û temaşevanan hatin bersivandin. Di nava çar rojan de gelek çalakîyên ji mîtolojîya Mezopotamyayê heta Şanoya Îrlanda’yê, ji nîqaşên li ser helbest û wergerê heta şanîdana fîlmê ku xwedî guhertoyek tragedyayê ye, bi kêmanî xwe gihand 400 temeşavanî.

Derfetên Şanoyî ên Mîtolojîya Mezopotamyayê
Gotûbêj Hûnerên Ser Dikê
12 Sermawez 2002
Derfetên Şanoyî ên Mîtolojîya Mezopotamyayê
Metin Boran
Gotûbêj Hûnerên Ser Dikê
18 Sermawez 2002
Di Heyama Dîrokê De Tragedya
Cevat Çapan
Gotûbêj Hûnerên Ser Dikê
19 Sermawez 2002
Şanoya Îrlandayê
Cevat Çapan
Gotûbêj Wêje
19 Sermawez 2002
Helbest û Werger: Bi Sê Zimanan Dengê W.B Yeats
Cevat Çapan, Paul McMillen, Kawa Nemir
Oedipusê Sor (Oedipo Alcalde, 1996)
Şanîdana Fîlman Sînema
20 Sermawez 2002
Oedipusê Sor (Oedipo Alcalde, 1996)
Derhêner: Jorge Ali Trialde