Diyarbakır Sanat Merkezi
SURYANÎYÊN TÛRABÎDÎN
16 Ocak-28 Şubat 2010
Hunermend:
Hüsamettin Bahçe

Axaftvan:
Nesim Doru, Abdurrahim Özmen

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Di sala 2010’an de pêşangeha yekemîn ku Navenda Hunerê a Amedê mazûvanîya wê kir, pêşangeha fotografan a Hüsamettin Bahçe a bi navê ‘Suryanîyên Tûrabîdîn’ bû. Tûrabîdîn ku di navê pêşangeha di 16’ê Rêbendanê-28’ê Reşemîya 2010’an de hat lidarxistin de jî heye, ji alîyê erdnîgarî de ji navçeyên Mêrdînê; Midyad, Mehsert, Stewrê û Nisêbînê, navçeya Êlihê; Heskîfê û navçeya Şirnexê; Hezexê pêk tê. Ji alîyê çandî ve jî ji navçeyên Mêrdînê Midyad û Kerboranê û navçeya Êlihê Kercewsê pêk tê. Ji ber ku Tûrabîdîn wargeha yekemîn a Monastîsîzmê ye û malovanîya dêr û perestgehan dike li ba Suryanîyan cîyekî wê yî pîroz heye û di vê sedsalê de piranîya şênîyên wê koçber bûbin jî hê jî li Tirkîyeyê herêma ku herî zêde Suryanî lê dijîn Tûrabîdîn e. Hunermend Hüsamettin Bahçe ku berê li ser koçer û Êzîdîyan xebitîbû, ji bo Çanda olî û gelî û şêweya jîyana rojane a Suryanîyên Tûrabîdîn derbasî ser fotografan bike, salekê pê de gund bi gund û navçe bi navçe gerîya. Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemir, nûnerên cemaeta Suryanîyan, gelek sazîyên civakî ên demokratîk û nûnerên sazîyên çandî û hunerî jî di nav de nêzîkî sed kes tev li vekirina pêşangeha ku ji fotografên ku Bahçe di vê rêwîtîya xwe de kişandibûn pêk hatiye, bûn. Di çarçoveya pêşangehê de, bi tevlêbûna ji Zanîngeha Şirnexê Endamê Perwerdeyê ê Şaxa Bingehîn a Felsefeya Olî Nesim Doru û ji Zanîngeha Dîcleyê Serokê Beşa Antropolojîyê Abdurrahim Özmen gotûbêjeke bi navê ‘Li Ser Suryanîyên Tûrabîdîn’ hat lidarxistin.