Hunermend:
Abdo, Aziz Kanat, Bedran Tekin, Nevret Azizoğlu, Nevzat Adıgüzel, Orhan Umut, Rıdvan Kuday, Seçkin Aydın, Ümit Özkanlı
Cî:
Navenda Hunerê a Amedê
Pêşangeha “Neqeba Nêrînê” bi malovanîya Navenda Hunerê a Amedê di navbera 1’ê Berfanbara 2007’an – 3’yê Rêbendana 2008’an de li dar ket. Armanca pêşangeha ku Mahmut Celayir kuratorîya wê dikir ew bû ku wêneyên li ser tuwalan ên li Amedê derxe pêş û nîqaşan li ser wan bide destpêkirin. Armanceke lidarxistina pêşangehê jî ew bû ku di navbera wênesazên li bajêr de dîyalogeke erênî bê bipêşxistin û bi vî awayî projeyên hevpar bên afirandin. Di pêşangehê de wêneyên razber ên wêrek û wêneyên fîguratîf ên resen ku bi giranî rengîn bûn derketin pêş. Piştî destpêkirina pêşangehê bi tevlêbûna hunermendan gotûbêjek hat lidarxistin. Di gotûbêjê de hunermendên li Amedê dijîyan û diafirandin, dîtin û boçûnên xwe gotin û hunera rojane ku roj bi roj li bajêr bi pêş dikeve, nirxandin.