Pêşangeha fotografan a fotografkêşê Amedî Hüsamettin Bahçe a bi navê ‘Koçer’ di navbera 8-29’ê Rezbera 2004’an de li Amedê hat pêşandan. ‘Koçer’ paşê li Stenbolê li Tütün Deposuyê û li Qersê li Navenda Hunerê jî hat pêşandan. Sala 2009’an dîsa bi organizasyona Navenda Hunerê a Amedê di navbera 20-26’ê Pûşperê de li Muzeya Bajêr a Mêrdînê derîyê xwe ji hunerhezan re vekir. Mijara pêşangehê jî bi sedan malbatên koçeran ku tevî bi hezaran pezên xwe her sal bi germbûna hewayê re ji Başûrê Rojhilatê Anatolîyayê diçin zozanên Rojhilatê Anatolîyayê ye. Hüsamettin Bahçeyê ku tevî rêwîtîyek ji van rêwîtîyan bûye, serpêhatîyên koçerên ku ji Amedê heta Erzeromê çûne, bi dîmenên ji fotografan nivîsand. Di navbera 15’ê Pûşperê – 7’ê Tîrmehê de di xebata ku 34 malbat, 218 meriv, 76 kon û 13500 heywan tevî wê bûye de 19 meqare fîlm hatine bikaranîn.