sehrebak.org, ya ku platforma online ya bernameya Ji Bo Bibîrxistin û Vegotinê LI BAJÊR BINÊR e, ji bo ku ciwan çîrokên xwe yên dîtinî yên li ser mijarên civakî parve bikin û bi vî awayî wan çîrokan xuyanî bikin, di sala 2017’an de wekî qadekê hat sêwirandin. BINÊR, bernameyeke parvekirina çandî û hilberandina hunerî ye û lêgerînê bo pêwîstîyên ciwanên ku dixwazin hilberînin dike û ji bo dabînkirina wan bernameyan çêdike. Ji bo her kesê ku li bajarên cuda yên Tirkîyeyê dijîn, çavkanîyek e; û ji bo her kesî, bi amrazên dîtinî yên wekî fotograf, vîdeo û yên din, li rêyên nihêrîna li mijarên civakî digere û ji bo her kesî lêkolîna vê yekê dike, agahîyan hildiberîne û berbelav dike. libajerbiner.org (sehrebak.org), ya ku ciwan li gorî baldarîyên xwe yên hevpar li dora wê li hev kom dibin, bi hêvîya ku ciwan pêwendîyê bi hev re daynin, agahîyan ji hev bigirin, lêkolînê bikin, hîn bibin, bezm û şahîyê bikin, pê xurt bibin û parve bikin da ser rê, ji beşên ji hev cuda pêk tê: Banglêkirin, Bergeha Nêz, Hevdîtin, Çavkanî û EMBAR.
Banglêkirin ew deq in ku vebêjên çîrokên dîtinî vedixwînin da ku di çarçove û formateke dîyarkirî de, xebatên hilberandina vîdeo û fotografan bikin û berhemên xwe parve bikin. Bangên ku di çarçoveya ranêzikîyeke afirînerî, teknîk an jî mijarekê de û bi demên dîyarkirî tên kirin, han dide da ku li ser meseleyên wekî bajêr û tiştên ku bi bajêr re eleqedar in, berhemên nûtir biafirin; û ji bo hilberandina berhemên dîtinî, bestdanê li xwe dike armanc. Çîrokên dîtinî, ên ku bi çavê hilberînerên dîmenan, ên ku li bajarên cuda cuda dijîn, hatine tomarkirin, di vê beşê de li hev tên komkirin.
Bangên ku heta îro hatine kirin, ji zaroktîyê heta bi şûngeha bajêr û ji avhewa û dorhêlê heta bi koçberîyê, ji rewşên rêwîtîyê heta bi kitekitên jîyana rojane, li ser hevparîya meseleyên civakî û qadên derbirîna kesane hûr bû. Di beşa Bergeha Nêz de, digel ku nivîsên ku di ser tema, mijar, çavdêrî, hêmanên estetîk re fotograf û vîdeoyên hilberandî dinirxînin, cî digirin, di beşa Çavkanîyan de jî, ji çavkanîyên nivîskî, dîtinî û bihîstinî yên ku li ser hilberandina vîdeo û fotografan in, danehevek hat çêkirin.
Çavkanîyên bi zimanên cuda cuda, bo Tirkî hatin wergerandin û carinan jî li ser helûmercên Tirkîyeyê hatin anîn û ew çavkanî bi vî awayî xuyanîtir û kêrdartir bûn; di vê pêkanînê de, ji bo hilberandina çavkanîyên xweser yên ku wê bi kêr werin, gavên berbiçav hatin avêtin. Di çarçoveya van beşan de, bi nivîsên li ser vîdeo û fotografan, tê armanckirin ku riwange pircure bin, vegotin pirtir bin û ezmûne, kifşkirin û hilberandinên der heqê bajêr de bi naverokeke xweser werin parvekirin. Wekî din jî, di beşa Hevdîtinê de, di çarçoveya bernameya BINÊRê de, ji bo kesên ku li bajarên cuda ne û bi vîdeo û fotografê re eleqedar dibin, xebatên kargehê yên demkurt û demdirêj, gotûbêj û nîşandanên vîdeo û fotografan cî digirin. Di beşa Embarê de jî, ji kar û xebatên li ser vîdeo û fotografan kewareke daneyan hatiye avakirin.