Cî:
Wêjegeh Amed, Mordem Sanat, Surp Giragos Kilisesi, Bahçeşehir Koleji
Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê, îsal di rojên 21-30’yê Cotmeha 2022’yan de, bo cara çaran bi wêjehezan re hat cem hev. Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê, cara pêşî di sala 2013’an de hatibû lidarxistin û di sala 2018’an de jî bo cara duyem û di sala 2020’î de jî bo cara sêyem û wekî online hatibû lidarxistin; di sala 2022’yan de, bi pêşengîya Weşanxaneya Lîsê ku di nav Wêjeya Dinyayê de cîyek çêdike ji bo Wêjeya Kurdî û berhemên ji Wêjeya Dinyayê bo Kurdî werdigerîne û bi rêvebirîya Wêjegeh Amed a ku di Sibata 2020’î de wekî xwelêrakişandina çandî û civakî ya Weşanxaneya Lîsê hat avakirin û bi hevkarîya Navenda Hunerê ya Amedê, bo cara çaran û bi piştgirîya Qad bo Çandê, Weşanên Aras û Weşanên Everestê, bi awayekî fizîkî hat lidarxistin.
Gotûbêjên ku bi mawey deh rojan berdewam kirin, li ser bawerîya ku derbirana afirîner hem kesane hem jî civakî ye û wêjeya pirzimanî dikare bi biwarên wekî zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema, hunera rojane û aktîvîzma ekolojîk re bê cem hev û bi hev re biaxive; û der barê heqîqet û xeyalê de hevokên ku bi hev re diaxêvin, saz bike. Di gelek çalakîyan de ku bi zimanên wekîK urdî, Tirkî, Erebî, Ermenîkî û ji zaravayên Çerkezî, Adigeyî hatin kirin, 70 nivîskar û hunermend tev lê bûn û digel sernivîsên tematîk yên ji hev cuda, dîsîplînên ku pêwendîya wan bi wêjeyê re heye jî xist nava xwe û axaftin, gotûbêj û kargehên bernameyê rastî eleqeyeke zêde hatin. Di çarçoveya bernameyê de, li Dêra Surp Giragosê, ji bo nivîskarê Amedê Mıgırdıç Margosyan, bernameyeke bibîranînê hat çêkirin. Çalakî, bi axaftina nivîskar û lêkoler İhsan Colemêrgî ku mêvanê rûmetê ya çalakîya îsal bû, bi dawî bû.
Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê Yên Çaran Pirtûkçe