Diyarbakır Sanat Merkezi
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ – 2013
ROJÊN WÊJEYA BERAWIRDÎ YÊN AMEDÊ – 2013
25 Gulan - 2 Pûşper 2013
Cî: Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê, Yekîtîya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkîyeyê - TMMOB, Mala Amedê, Navenda Hunerê a Amedê, Jûra Konferansê a Şaredarîya Êlihê

Bi hevparîya Navenda Zanînê a YE a li Amedê, Navenda Hunerê a Amedê û Weşanxaneya Lîsê di navbera 25’ê Gulanê-2’yê Pûşpera 2013’an de Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê hatin sazkirin. Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî, berhem, tema û mijarên nêzîkî hev ên di ziman wêjeyên cuda de bi perspektîfa wejevan û mêvanên ji welatên cuda raxist ber çavan. Bernameya ku bi awayekî piralî li ser ziman û wêjeyê ku hêmana herî girîng a kelepora çandî û ragihandinê ye hûr bû, li dora pêşkêşîyên ku piranî bi zimanên Ewropîyan û Tirkî û Kurdî bûn, hat meşandin. Bernameyê, bi hêvîya dewlemendkirina dîyaloga çandî a heyî ku di navbera Tirkîye, Ewropa û welatên cîran de di ser ziman û wêjeyê re bi pêş de dihere, cîyê resen ê Amedê ê di navbera Rojhilat û Rojava de, pirzîmanî û pirçandîya wê û têkilîya wê yî kûr ku bi wêjeyê re danîye ji xwe re kir destpêk. Di bernameyên ku bi Tirkî, Kurmancî, Zazakî, Îngilîzî û Elmanî hat pêşkêşkirin de wergera li pê hev hat kirin. Çalakîya ku ji gelek hêlan de û bi perspektîfeke di ser zimanan re bahsa jîyana Füruğ Ferruhzad û helbestên dikir, piştî Amedê bi hevkarîya BART’ê (Komeleya Çand û Hunerê a Êlihê) li Hêwana Konferansê a Şaredarîya Êlihê, li Êlihê jî hat lidarxistin.
Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê, roja 25’ê Gulana 2013’an bi rûniştina destpêkê, dest pê bû. Bername tevî çalakîyên di nava hefteyê de 2 hefteyan li bajêr, li cîyên cuda ên wekî Eğitim-Sena Amedê, Odeya Mîmaran a Amedê, Mala Amedê û Navenda Hunerê a Amedê hat meşandin. Bername, 2’yê Pûşpera 2013’an bi çalakîya bi navê “Afirandina Çavkanîyên Nivîskî a Ji Nû Ve” a li Dêra Sûrp Gîragos a Ermenîyan pêk hat ku Murathan Mungan jî wekî axêver tevî wê bûbû û gelek kes hatibûn temaşeya wê, bi dawî bû.

Rojên Wêjeya Berawirdî Yên Amedê – 2013 Pirtûkçe

Li Ewrûpa û Dinyayê Wêjeya Berawirdî
Gotûbêj Wêje
25 Gulan 2013
Li Ewrûpa û Dinyayê Wêjeya Berawirdî
Axaftvan: Jale Parla, Tülay Akkoyun, Alexandra Büchler, Remezan Alan, Kovan Sindî
Furux Ferruhzad
Gotûbêj Wêje
25 Gulan 2013
Furux Ferruhzad
Axaftvan: Asuman Susam, Yıldız Çakar, Muhsin Özdemir
Wêjeya Ermenîkî a Devkî û Nivîskî
Gotûbêj Wêje
26 Gulan 2013
Wêjeya Ermenîkî a Devkî û Nivîskî
Axaftvan: Pakrat Estukyan
Wêjeya Suryanîyan, Ziman û Ramana Wê
Gotûbêj Wêje
26 Gulan 2013
Wêjeya Suryanîyan, Ziman û Ramana Wê
Axaftvan: Gabriyel Akyüz, Nesim Doru, Mehmet Sait Toprak
Wêjeya Modern ya Di Kurdîya Zazakî De
Gotûbêj Wêje
27 Gulan 2013
Wêjeya Modern ya Di Kurdîya Zazakî De
Axaftvan: Roşan Lezgîn, Netice Altun
Xwendinên Berawirdî
Kargeh Wêje
29-30 Gulan 2013
Xwendinên Berawirdî
Axaftvan: Birgül Oğuz
Kevneşopa Wêjeya Berawirdî ya Di Kurdî De
Gotûbêj Wêje
1 Pûşper 2013
Kevneşopa Wêjeya Berawirdî ya Di Kurdî De
Axaftvan: Erol Köroğlu, Nazan Aksoy, Dilawer Zeraq
Di Mem û Zîn û Leyla û Mecnûn de 'Evîna Negengaz'
Gotûbêj
1 Pûşper 2013
Di Mem û Zîn û Leyla û Mecnûn de 'Evîna Negengaz'
Axaftvan: Fatih Özgüven, Kadri Yıldırım
Ji Wêjeyê Heta bi Sînemayê, Lêanînên Evîna Negengaz
Kargeh Wêje
1 Pûşper 2013
Ji Wêjeyê Heta bi Sînemayê, Lêanînên Evîna Negengaz
Axaftvan: Övgü Gökçe, Fatih Özgüven
Di Wêjeyê de Humanîzm û Mafên Mirovan
Gotûbêj Wêje
2 Pûşper 2013
Di Wêjeyê de Humanîzm û Mafên Mirovan
Axaftvan: Şeyhmus Diken, Samî Hêzil, Gerhard Falkner
Gotûbêj Wêje
2 Pûşper 2013
Dawîlêanîn
Axaftvan: Murathan Mungan