Diyarbakır Sanat Merkezi
RAZA SERPÊHATÎYAN
2-11’ê Berfanbara 2014’an
Bajar: Amed, Çanakkale

Bernameya “Razên Serpêhatîyan: Bi Zarokan Re Şanoya Tişteyî û Lêkolîneke Dîtbarî” ku bi koordînasyona Navenda Hunerê a Amedê, bi hevkarîya Arts&Projects Deventer, TAMTAM Objektentheater û Çanakkale DADA Kargeha Ramanên Dilxweş hat amadekirin, di navbera 2-6’ê Berfanbara 2014’an de li Amedê û di navbera 8-11’ê Berfanbara 2014’an de li Çanakkaleyê hat lidarxistin. Di çarçoveya projeya ku ji Amed, Çanakkale û bajarê Deventera Holandayê hunermend û dildarên civaka sîvîl ên di nav xebatên li ser zarokan de bûn, anîne ba hev de, hunermendên ciwan û dildarên civaka sîvîl bi pratîkên pêşîvekir ên hunera tevkar û şanoya tişteyî, ji bo pêşerojê bi derfetên nû ên hilberîna hunerî û hevkarîyê hesîyan. Armanca amadekirina projeyê ew bû ku di ser tişteyên di jîyana me de ne re, bi hev re li ser şêwazên cuda ên çîrokbêjîyê bifikirin û vê pêvajoya vedîtinê veguhêzînin lêkolînên di warê zarokan de.

Hevdîtina Li Amedê
Wekî Xala Hevdîtina Jîyana Hunerî û Civakî, Hunera Tevkar
Di beşa yekemîn a 2’yê Berfanbara 2014’an êvara sêşemê de ku bi DSM’yê re hunermend Barış Seyitvanê ji Amedê korodînasyona wê dikir, hunermendê Holandayî Lies Kortenhorst li Navenda Hunerê a Amedê pêşkêşîya bi navê “Hunera Tevkar” pêşkêş kir. Kortenhorst di pêşkêşîya xwe de, ji temaşevanan re bahsa serpêhatîyên xwe ên projeyên li Holandayê ku li ser bingeha pêdivîyên beşên cuda ên civakê, di ser hunera hevkar re huner û jiyana rojane digihandin hev, kir. Pêşkêşîya hunermend, ji alîyê komeke şopîner î dilsoz ku li Amedê û Mêrdînê wekî hunermend û hîndekarê hunerê xebatên xwe dimeşînin û di qada civaka sîvîl de li ser zarokan dixebitin, hat temaşekirin. Piştî axaftina ku bi gengeşeyên berhemdar bihurî Lies Kortenhorst, di 3-4’ê Berfanbara 2014’an de bi hunermend û dildarên civaka sîvîl ên bi hunera tevkar dibilin re, kergeheke hunera tevkar a du rojî li dar xist. Li gorî pêdivîyên beşên cuda ên civakê yî li Amedê, li ser mînakên ku huner kare bi jîyana rojane û xebatên civaka sivîl re were ba hev, gengeşe hatin meşandin û li Amedê wekî rêbazeke nûjen, berdewankirina gengeşeyên têkildarî xebatên hunera tevkar ên ji bo sepandinê hat rojevê.
Bi Zarokan Re Şanoya Tişteyî
Di beşa duduyan a bernameyê de jî, ji komên performansê yî bi kalîte ên Holandayê TAMTAM Objektentheater, 5’ê Berfanbara 2014’an li Hêwana Sînemayê a Qada Jîyana Hevpa a Sümerparkê, bi sê seansên cuda performansa şanoya tişteyî a bi navê “Xwedîbûnî an jî Nexwedîbûnî” pêşkêşî mezin û zarokan kir. 300 temaşevanên ku di nav wan de zarok û ciwanên dildar ên ji Beşa Zarokan Xizmetên Civakî a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Konservatûwara Bajêr a Aram Tîgran, Kooperatîfa Jinan a Umut Işığı, komeleya SARMAŞIK’ê jî di nav de bûn, bi baldarî ev şano şopandin. TAMTAM’ê, piştî lîstika ku berî hingê li dinyayê li 25 welatên cuda hatibû pêşandan û bi mijara rûxîna ji ber daxwaza xwedîbûnîyê hatibû ristin, 6’ê Berfanbara 2014’an wê rojê pê de bi lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê û xebatkarên dildar ên sazîyên civaka sîvîl ên xebatên li zarokan dikirin re “Kargeha Bi Zarokan Re Şanoya Tişteyî” li dar xist. Di kargeha ku Gérard Schiphorst û Marije van der Sande ew bi rê ve dibir re, rêbazên bingehîn ên şanoya tişteyî bi hîndarîyên ji bo sepandinê, pêşkêşî temaşevanan hat kirin. Tevlêbûyan, di dawîya rojê de, bi tişteyên ku wan bijartibûn karakter û çîrok afirandin û bi palpiştîya bikaranîna ronayî û deng, performansên biçûk pêşkêş kirin. Kargeh, piştî dîyarkirina ramana sepandina şanoya tişteyî a li gelek sazî, dibistan û qadên civaka sîvîl ên li Amedê, bi dawî bû.
Serlêdana Kampa Êzîdîyan
TAMTAM Objektentheater ku ji Holandayê beşdarî projeyê bûbû û hevparên projeyê ên Holandayî hunermend Lies Kortenhorst û Johan di rojên xwe ên dawîyê ên li Amedê de, bi Gerînendeyê Têkilîyên Derve û Yekîtîya Şaredarîyên Başûrê Rojhilatê Anatolîyayê Menaf Şeker re serî li kampa Êzîdîyan a li Amedê dan. Lijneya Kuiper, piştî agahîyên ku xebatkarên peywirdar û dildar û kesên li kampê dijîyan dan wan, ji bo bi rêya kampanyayên piştgirîyê û pêhesandina di qada navneteweyî de pêvajoya ku civaka Êzîdî dijî, bigihêje girseyeke berfirehtir, şêwirek danî. Di heyama serlêdanê de ku li ser xebatên civakî û çandê ên bi jin û zarokên li kampê dijîn re karibin werin kirin, hat peyivîn, TAMTAM’ê bi zarokan re çalakîyeke şanoya tişteyî li dar xist.
Hevdîtina Çanakkaleyê
Wekî Cîyê Hatina Ba Hev a Huner û Jîyana Civakî, Hunera Tevkar
Bernameya Çanakkaleyê, 8’ê Berfanbarê li Mala Nivîskar Hunermendan, bi pêşkêşîya “Hunera Tevkar” a ji alîyê Lies Kortenhorst ve dest pê bû. Axaftina ku ji berpirsîyarên beşa Gerînendetîya Karên Civakî û Çandî a Şaredarîya Çanakkaleyê Mehmet Eşli jî di nav guhdarên wê de bû, bi gengeşeya li ser mijarê a hunermendê Deventerî û temaşevanên ku li Çanakkaleyê di qada çand û hunerê û civaka sîvîl de xebatan dimeşînin, bi dawî bû. Di xebata kargehê yî li ser hunera tevkar de ku hunermend paşê li dar xistibû de, bi xwendekarên Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Onsekiz Mart a Çanakkaleyê re li ser xebatên qadê ku di vî warî de karibe werin meşandin hin hîndarîyên pratîk hatin kirin û nîqaş li ser pêşnîyarên projeyên li ser zarokan ku karibin li herêmê bên meşandin û gavên şênberkirina van projeyan, hat kirin. Wekî din, Lies Kortenhorst û Johan Kuiper û koma Çanakkale Bienal di çarçoveya projeyê de hatin ba hev û ji bo projeyên hunerê ku dê karibin di pêşerojê de bên meşandin, dan û standin.
Bi Zarokan Re Şanoya Tişteyî
Bi TAMTAM Objektentheater re “Xwedîbûnî û Nexwedîbûnî” ku Performansa ku lingê prrojeyê yî duduyan ê li Çanakkaleyê bû li Çanakkaleyê 9’ê Berfanbara 2014’an li Kergeha Hunera Ceribîner a Erkan Yavuz pêk hat. Hem zarokên ji dibistanên herêmên curbicur, hem ji Malên Jîyana Civakê ên Şaredarîya Çanakkaleyê komên zarokan hem jî kesên temenmezin wekî temaşevan beşdarî performansên ku koma Holandayî vê rojê pê de bi sê seansên cuda li dar xistibû, bûn. Nêzîkî 200 kesan li performansan temaşe kir. Koma TAMTAM’ê, 10’ Berfanbara 2014’an, di çarçoveya “Kargeha Bi Zarokan re Şanoya Tişteyî” de ji bo sepandinê, perwerdeyeke bingehîn a şanoya tişteyî da komeke ji 15 kesan pêk dihat ku wan perwerdeya şano û dramaya didîtin. Kargeh, bi pêşandana performansên tevlêbûyan ku di encama hindekarîyan de ew amade kiribûn û nirxandina van performansan a ji alîyê TAMTAM’ê ve bi dawî bû.
Hevpar û Piştgir
Raza Serpêhatîyan, bi hevkarîya Şanoya Bajêr a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, DADA Kargeha Ramanên Bicoş û Çanakkale Hevala/ê Min Bienal hat meşandin. Ev xebat, bi tevkarîya Hollanda Performing Arts Fund NL, Şaredarîya Deventerê, CAL-XL Taqîgeha Lêkolîna Hunera Tevkar, Komeleya Hilberîna Alternatîf, Odeya Bazirganî û Pîşesazîya a Amedê û Turan Mobilya, Şaredarîya Çanakkaleyê û Staras Müzik hat kirin.