Diyarbakır Sanat Merkezi
NECÎ 2
13-30 Adar 2010
Hunermend:
Melih Apa, M. Hakan Bitmez, Mehmet Çeper, Volkan Eray, Mehmet Fahracı, Emrah Gökdemir, Cüneyt Kurt, Seher Kurt, Fatih Tan, Ediz Yenmiş

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 13-30’ê Adara 2010’an de mazûvanîya pêşangeha kolektîfa a77 a bi navê ‘necî 2’ kir. Çavkanîya hilberînên hunerî ên kolekîfê ku ew xwe wekî “komeke ji çolterê” û “ji dinyaya sêyemîn” bi nav dike, enerjîya guherîn û veguherîna di jîyana rojane de ye. Kolektîfa ku ji sala 2005’an de xebatên hevpar dimeşîne, di pêşangeha bi navê ‘necî 2’ de xebatên ji çar vîdeoyan, bicîkirinekê, şeş çapên dîjîtal û bicîkirineke vîdeoyî ku neh hunermendan ew afirandibûn, anîn ba hev. Hunermend di sêwirandina berhemên pêşangehê de ji alîyên cuda ve nêzîkî têgeha ‘Cî’ bûne û di pêşangehê de berhemên ku gengeşeyên polîtîkaya rojane û şîroveyên curbicur ên li ser têgeha cî tê de hene, hatin ba hev. Armanca hunermendên ku li ser heyetîyên li derveyî determînasyonên dîrokî û erdnîgarî ên ‘cî’ hûr bûne, bi kodên şîyanê ji ‘cî’yê lebitî, diqerisîne, dikuje û bêlebat dihêle re alternatîfan bi pêş bixin.