Diyarbakır Sanat Merkezi
MERIV-LEŞKER?
29 Gulan - 17 Pûşper 2004
Hunermend:
Mehmet Güleryüz

Cî:
Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha Mehmet Güleryüz a bi navê ‘Meriv-Leşker’ di navbera 29’ê Gulanê-17’ê Pûşpera 2004’an de li Navenda Hunerê a Amedê berpêşî hunerhezan bû. Di pêşangehê de çardeh tabloyên Güleryüz ku hovîtîya sala 2003’an a li Iraqê ku piştî êrîşa DYA’yê, kiriye mijara xwe hatin pêşandan. Güleryüz di van berhemên xwe de bi xêzkirina robo-leşkerên li Iraqê ku ew wekî “Zebenîyên dojeha honak-zanistê a jîyana rojane” bi nav kirine, nîşan dide ku merivan çi qaş êşên giran vebihartine. Piştî destpêkirina pêşangehê gotûbêjeke ku li ser têgehên şer, hovîtî û hunerê bûn bi Güleryüz re hat kirin.