Fotoğrafgir:
Karen Mi̇rzoyan, Serra Akcan, Nelli̇ Shi̇smanyan, Tolga Sezgi̇n, Ruben Mangasaryan, Mehmet Kaçmaz, German Avagyan, Özcan Yurdalan, Anahi̇t Hayrapetyan, Kerem Uzel
Axaftvan:
Özcan Yurdalan
Cî:
Navenda Hunerê a Amedê
Navenda Hunerê a Amedê, di navbera 13-31’ê Rêbendana 2007’an de malovanîya pêşangeha ‘Merhabarev’ ku xebata hevpar a pênc fotografkêşên ji Tirkîyeyê û pênc fotografkêşên ji Ermenistanê ye, kir. Projeya ku bi hevkarîya Nar Photosa ji Stenbolê û Patker Photosa ji Yêrîvanê hat meşandin, bi piştgirîya Ofîsa Stenbolê a Komeleya Heinrich Böll Stiftung hat meşandin. 130 fotografên reş û sipî ên ku di pêşangehê de hatin pêşandan, di navbera 3-11’ê Gulana 2006’an de ji alîyê fotografkêşên ji Stenbolê ve li Yêrîvanê û di navbera 26’ê Pûşperê-3’yê Tîrmeha 2006’an de ji alîyê fotografkêşên ji Yêrîvanê ve li Stenbolê hatin kişandin. Pêşangehê, fotografên ku hem berê xwe dide xwe û hem jî berê dide ên din ku wan hunermendên cara yekê hatibûn Stenbolê û cara yekê çûbûn Yêrîvanê û ji dîmenên ku wan dîtibûn û tomar kiribûn pêk hatibûn, anîn ba hev û zimanê hevpar û hêza gerdûnê a hunera fotografkêşîyê destnîşan kir. ‘Mehabarev’a ku ji pevgirêdana “merhaba”ya zimanê Tirkî û “barev”a zimanê Ermenkî hatiye dariştin, di hevdîtina cara pêşî û her gav de bal kişand ser girîngîya destpêkirina peyvê a bi silavdanê. Piştî destpêkirina pêşangehê bi tevlêbûna Özcan Yurdalan bi navê ‘Fotograf; Rêbazeke Ragihandina Di Navbera Çandan De’ gotubêjek hat lidarxistin.