Diyarbakır Sanat Merkezi
LI KU BÛBE EZ Ê LI WIRA BIM
24 Rezber - 7 Kewçêr 2005
Kurator: Gülsen Bal / Hunermend: Cengiz Tekin, Charles Kriel, Dilek Winchester, Elena Cologni, Genco Gülan, Gülsen Bal, Kypros Kyprianou & Simon Hollington, Michalis Kokkoliadis, Turan Aksoy / Axaftvan: Ian Padgett, Charles Kriel, Gülsen Bal, Dilek Winchester, Şener Özmen / Rêvebir Michalis Kokkoliadis / Cî: Birca Keçikê, Navenda Hunerê a Amedê

Pêşangeha Li Ku Bûbe Ez ê Li Wira Bim ya ku zimanên cuda yên dîmenî yên wek enstalasyon, vîdeo û fotograf ên bi mekên re têkildar di xwe de dihebîne ku di navbera 24’ê Îlona 2005’an û 7’ê Cotmeha 2005’an de, li Derîyê Mêrdîn, li Birca Bizinê hat li darxistin, bi mazûvanîya Navenda Hunerê ya Amedê hat vekirin. Pêşangeha ku bi piştgirîya Anadolû Kultur û British Council hat sazkirin, berev pirsyarîkirina sînorên welêt û/an ciguhezîya sînoran, têkilîyên dercîgehî û/an dernetew, ji alîyê hunerê ya pêkhêner sûdê werdigire û xwedî armanc e ku têkilîyê di navbera hunermandan de dîne. Pêşangeh li gel ku parametreyên bêmekanîya çandî pirsîyar dike, her wiha li ser nakokîya di navbera rastîya rojane ya jîyana bajêr a ku li Ewrûpa’yê heterojenîyê û melezîyê wek norm qebûl dike û şêweyên vegotina fermî ya van cudahîyan yektîp dikê de disekine. Ji bo derfet û pozîsyonên ku bikare bi aweyên cuda li Ewrûpa’yê binere dest bixe, li mekan û herikînên rastîhevhatinan dinêre.

Di çerçoveya bernameya pêşangehê ya Li Ku Bûbe Ez ê Li Wira Bim de, di navbera 12 û 15’ê Îlona 2005’an de, bi rêvebirîya Mîchalîs Kokkolîadîs, bi sernavê Medyaya Dembingeh kargehek 4 rojî hat li darxistin. Her wiha piştî vekirina pêşangehê di 24’ê Îlonê de bi beşdarîya hunermendan bi sernavê “Dîyalog: Rêwîtîya Hunerî ya Cî/Mekan” gotûbêjek hat li darxistin û li ser guherînên çandî hat axaftin.